Qabalan: Ne YPG/YPJ'ê bûya, dibe ku Xiristiyan tine bibûna
Ji Xiristiyanên li Şêx Meqsûdê Joseff Qabalan diyar kir, bi projeya federalîzmê re şerê heyî yê li Sûriyeyê wê biqede û pirsgirêka wekhevî, azadî û demokrasiyê çareser bibe.
Ji Xiristiyanên li Şêx Meqsûdê Joseff Qabalan diyar kir, bi projeya federalîzmê re şerê heyî yê li Sûriyeyê wê biqede û pirsgirêka wekhevî, azadî û demokrasiyê çareser bibe.
Xiristiyan ê ji Şêx Meqsûdê Joseff Qabalan azext û zordariya ev 6 sal in li civaka Xiristiyan tê kirin û nêrîna Xiristiyanan a li sîstema federal a demokratîk ji ANF'ê re vegot.
Qabalan bibîr xist, Sûriye cihê ku 3 olên bingehîn ê derketine holê, lewma ji bo Xiristiyanen gelekî girîng e û got, "Yekemcar Xİristiyan li vê herêmê belav bûn."
Qabalan anî ziman, ku ew berî Misilmanan li vê axê bûn û wiha dewam kir: "Xiristiyanên Suryanî, Ermenî, Çerkez hene. Lê belê dewletê her tim em weke Sûnî-Şîa-Misilman bi nav kir. Her tim xwestin me bi nasnameyek, bi baweriyek li derveyî baweriya me nas bike û bide nas kirin.
'DIBE KU XIRISTIYAN TINE BIBÛNA'
Bi şerê navxweyî yê piştî sala 2011'an dest pê kir re, li dijî Xiristiyanan şerekî mezin ê tinekirinê dest pê kir. Gelek Xiristiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û Koalîsyona Sûriyeyê ve bi rengekî hovane hatin kuştin, hatin sirgûnkirin. Malên me hatin talankirin. Jinên me kirin kole, yan jî hewl dan bi zorê bikin Misilman. Vî şerî di nava Xiristiyanan de rê li ber birînên kûr vekir. Li Til Temir, Serêkaniyê, Girê Spî, Deraa Zor, Minbic, Cerablûs û gelek herêmên din îbadetxaneyên me hatin xerakirn, şewitandin û talankirin."
Qabalan destnîşan kir, Xiristiyanên li herêmên di kontrola YPG/YPJ'ê de bûn, gelekî bi şens bûn û got, "Ji ber ku li herêmên di kontrola YPG/YPJ'ê de ne, her kes xwe ewle dibîne. Gelek Xiristiyanan xwe li herêmên di kontrola YPG/YPJ'ê de ne girtin. Naxwe, dibe ku Xiristiyanî tine bibûya."
Joseff Qabalan da xuyakirin, ku li cihên nû hatine rizgarkirin jî dêr û îbadetxaneyên Xiristiyanan ên hatine xerakirin, şewitandin û talankirin, ji nû ve tên çêkirin û cihên pîroz ên mîna Seyîda El Ezraa di bin parastinê de ne.
'GEL Û BAWERMENDÊN CUDA YÊN LI ŞÊX MEQSÛDÊ LI DORA YPG/YPJ'Ê CIVIYAN'
Qabalan anî ziman, gelên li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dijîn, bi yekîtî û hevgirtineke xurt, li dijî êrîşên komên çete bi xurtî li ber xwe dan û bi berdewamî got, "Hemû gel, bawermend û pêkhateyên cuda yên li Şêx Meqsûdê li dora hêzên YPG/YPJ'ê li hev civiyan û bi xwe bawer bûn. Bi vî rengî pêşî li her êrîşeke komên çete girtin. Tevî van êrîşan jî me malên xwe neterikandin. Hêzên YPG/YPJ'ê li dijî êrîşên çeteyan bi bawerî û vîneke mezin Şêx Meqsûd parastin."
'JI BO SÛRIYEYÊ SÎSTEMA FEDERAL A DEMOKRATÎK ÇARESERIYA RASTEQÎN E'
Qabalan işaret bi rengîniya çand, gel û baweriyan a li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê kir û wiha dewam kir: "Li gelek welatên cîhanê yên xwe pêşketî bi nav dikin, sîstema federalîmê li ser kar e. Weke Xiristiyanan, em jî di wê baweriyê de ne ku ji bo Bakurê Sûriyeyê û hemû gelên li Sûriyeyê, sîstemeke federal a demokratîk çareseriya rasteqîn e.
Tecrûbeya xweseriya demokratîk a li Rojava bi pratîk û paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket holê, nîşanî me da ku jiyaneke hevpar a li ser bingeha wekhevî, demokrasî û azadiyê pêkan e.
Sîstema federal a demokratîk û hevpeymana wê ya civakî, ku îro li Sûriyeyê hatiye destnîşankirin, ji gelek sîstemên federal ên li cîhanê pêşketî û demokratîktir e."
Qabalan destnîşan kir, bi projeya federalîzmê re wê şerê heyî yê li Sûriyeyê, pirsgirêka wekhevî, azadî û demokrasiyê çareser bibe."
Têkildarî civînên li qada navneteweyî yê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê tên lidarxistin, Joseff Qabalan got, "Civînek bêyî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku nûnertiya gelên Sûriyeyê dike, nepêkan e ku bi ser bikeve. MSD û QSD vîna gelên Sûriyeyê ye. Nabe ku ti hêz vê ji nedîtî ve bê. Eger ji nedîtî ve bê, wê her civîn binketî be."