Prof. Dr. Mîthat Sancar: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir, tecrîdkirina Ocalan polîtîkaya şer e û got, "Her kes dizane  ku navnîşana aştî, diyalog û muzakeriyan Îmrali ye."

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Malbat jî ji 6'ê Cotmeha 2014'an ji bo hevdîtinê gelek caran serlêdan pêk anîn, lê belê ji van tenê du caran bersiv hat dayîn; malbat di 11'ê Îlona 2016'an û herî dawî jî di 12'ê Çileya 2019'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven û berxwedana li dijî tecrîdê her ku diçe belav dibe. 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilbijartina rêveberiyên xwecihî ji ANF’ê re nirxand. 

'NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE'

Sancar anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan li dijî aştiya welat e û wiha axivî: "Li herêmê em di nava gel de ne, rojeva her kesî tecrîd e. Gelê herêmê tecrîdê weke binpêkirina mafên mirovan û li dijî aştî û demokrasiya welat dibîne. Bi tecrîdkirinê şer kûr dibe, çiqas tecrîd giran dibe ewqas jî polîtîkayên şer dikevin dewrê. Dema tecrîd ji holê rabe, wê aramî, wekhevî û aştî were ser vê axê. Gelê me jî vê yekê dibîne û dinirxîne. Haya gel ji her tiştî heye. Gelê me tenê aştiyê dixwaze, aştî lê aştiyeke bi rûmet dixwaze. Kesê ku aştiyê bîne jî diyar e. Her kes dizane  navnîşana aştî, diyalog û muzakereyê Îmrali ye. Gel ev yek bi çavê xwe dît û ji vê yekê bawer kir."

'ÊRÎŞ LI DIJÎ NASNAME Û ÎRADEYA GEL E'

Sancar da zanîn ku polîtîkayên tifaqa AKP-MHP'ê her roj li dijî Kurdan dikeve serdemek nû de û wiha pê de çû: "AKP û MHP'ê berê di bin perdeyê de li dijî Kurdan şer dikir, niha jî bi aweyek vekirî şer daye destpêkirin. Ev polîtîkaya AKP-MHP'ê raste rast li ser nasname û îradeya gel tê meşandin. Ji ber vê polîtîkaya AKP-MHP'ê ya li dijî gel destpêkê li Mêrdînê û gelek bajarên herêmê wê AKP dengan winda bike. Ev ne tenê nerazîbûneke li dijî AKP-MHP'ê. Ev li nasaname û îradeya xwe xwedî derketine. Di serdema hilbijartinê de gelek bûyer têne berevajîkirin. Li cihê ku xizmet nayê kirin dibêjin em xizmetê dikin. Ev weke karekî bertîlxwarin tê dîtin. Bi rantê û alîgirtiyê dixwaze gel bi sîstemê re bidin girêdan. Ev şêwaz berê jî hebû lê belê bi aweyekî cudatir ev şêwaz dîsa xistin dewrê. Li ser rantê dixwazin alîgiran ji xwe re çêbikin. AKP dixwaze ji gelek cihan deng bîstîne, lê ev yek li gorî hilbijartinên din wê gelek bikeve. HDP wê dengê xwe zêde bike."

'EM JI GELÊ XWE HÊZÊ WERDIGIRIN'

Sancar destnîşan kir ku HDP li gel hemû zextan bi awayekî xurt xebatên hilbijartinê dimeşîne û wiha got: "Zext û êrîşên li ser HDP'ê li her derê hene. Li Mêrdînê ev zext di asta herî jor de ye. Berî çend rojan me mîtînga xwe ya Qoserê li dar xist ku roja herî dawî destûra mîtîngê hate dayîn. Li gel hemû astengî û êrîşan gelê me yê Qoserê bû lêhî û herikî qada mîtîngê. Em di serdemek dijwar de derbas dibin, lê her demê HDP bûye hedefa van zextan. Wê hêrsa zextan di 31'ê Adarê di sindoqan de derkeve. Çi bibe bila bibe gelê me ji îradeya xwe paş de gav naavêje. Gelek hevalên me yên rêxistinê hatin binçavkirin û girtin. Çiqas hevalên me werin girtin dewsa wan tê tijîkirin û cihê wan vala nayê hiştin. Li dijî vê xwedîderketinê berpirsyariya li ser milê me zêde dibe û em ji gelê xwe hêzê werdigirin."