Çek dan serê Bûlûttekîn û ew destgîr kirin -NÛ BÛ

Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn li mala xwe hate destgîrkirin. Polîsên Tirk her wiha avêtin ser avahiya şaredariyê. Di dema destgîrkirinê de polîsan çek dan serê Bûlûttekîn.

Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser avahiya Şaredariya Sûrê ya Amedê. Li avahiya ku hatiye dorpeçkirin lêgerîn dewam dike. Polîsên Tirk her wiha avêtin ser mala Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken.

Bûlûttekîn û Eken di encama lêgerîna li mala wan de hatin destgîrkirin. Bûlûttekîn û Eken birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

Lêgerîna polîsan a li avahiya şaredariyê dewam dike.

ÇEK DAN SERÊ BÛLÛTTEKÎN

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz ragihand ku di dema destgîrkirinê de polîsan çek dan serê Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn.

Aydenîz ev agahî parve kir:

"Di dema destgîrkirina Hevşaredara me ya Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn de ew li erdê dirêj kirin û çek dan serê wê.

Di hilbijartinê de hûn bi ser neketin, hûn hewl didin hêrsa xwe ya li dijî vî gelî ji nûnerên gel ên hilbijartî hilînin. Divê hûn vê ji bîr nekin, hûn ê ti carî bi hilbijartinê wan şaredariyan nikaribin werbigirin."