Polîsên Tirk li Cizîrê girtin ser avahiya HDP’ê
Polîsên Tirk vê sibehê li Cizîrê girtin ser avahiya HDP’ê. Li Cizîr û Silopiyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk vê sibehê li Cizîrê girtin ser avahiya HDP’ê. Li Cizîr û Silopiyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polisan vê sibehê girtin ser avahiya HDP'ê ya navçeyê. Sedema serdegirtinê nayê zanîn û lêgerîna polîsan a li avahiyê berdewam dike.
Li aliyê din polisan li Cizîr û Silopiyayê di heman waxtê de bi ser gelek malan de jî girt. Di serdegirtinên Cizîrê de polisan Hevserokê MEDYA-DER'a Şirnexê Serhat Kuçuk, rêveberên HDP'a Cizîrê Naîm Înedî, Asya Arslan, Mele Kasim Yîgît destgîrkir.
Li Silopiyayê jî polisan Delîl Urek û Nadîr Onûk destgîr kirin.
Hate diyarkirin dibe ku hinek kesên din jî werin destgîrkirin.