Polîsan û şaredariyê di merasîma cenaze ya Gezer de sûc kirin

Baroya Mêrdînê diyar kir polîsan û şaredariyê di merasîma Garîbe Gezer de sûcê ''cihêkarî û navtêdana kîn û dijminatiyê'' kirine.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê û Komîsyona Mafê Mirovan, li Hêwana Konferansê ya Baroya Mêrdînê, li gel parêzer û pêkhateyên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê têkilî Garîbe Gezer ku bi rengekî gumanbar li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Nimro 1 a Kandirayê jiyana xwe ji dest dayî daxuyanî da, ku  Gezer piştî êşkenceya sîstematîk û tecawîzê li hicreya xwe jiyana xwe ji dest dabû.

Parêzer Rûşen Bîngul Bîngal a ku daxuyanî dayî bi bîr xist dema otopsiyê agahî nedane malbat û parêzeran û got, ''Gumana ku dixwazin ser êşkenceya ku lê hatî kirin bigirin zêdetir kiriye.''

Bînbaş bi berdewamî diyar kir dema ku cenaze anîne Mêrdînê ew bûne şahid û got, ''Nêzîkatiyên li cenaze , li malbatê û li kesên ku ji bo piştevaniyê hatibûn balafirxaneyê, ya dema standina cenaze û birîna cenaze ya li Kerrboranê, bûye sûcê cihêkarî û navtêdana nefretê''

Bînbaş her wiha got dema ku cenaze birine Kerrboranê wesayit qet nehatiye û ev sûcê cihêkariyê ye. Bînbaş got, ''Bêyî ku cenaze bistîne vegera wesayita ku hatî balafirxaneyê hem sûcê cihêkariyê ye û hem jî sûcê navtêdana kîn û dijminatiyê ye. Ji bo ku wesayata cenaze ya Şaredariya Mezin a Mêrdînê cenae bi saetan li balafirxaneyê ahtiye sekinanin û êşkence li malbatê hatiye kirin. Saziya kamûyê ku xizmeta birina cezane dide cihêkarî kiriye û peywira xwe bi nebaşî bi kar aniye.''

Bînbaş her wiha got dema ku cenaze birine Kerrboranê jî polîsan rê gritine, rêyên alternatîf girtine û got, ''Mirna Gezer ne jirêzê ye.''