Polîsan revandin û êdî agahî jênehate girtin

Xizmên Windayan vê hefteyê aqûbeta Hakki Kaya ê sala 1995’an li Amedê ji aliyê polîsan ve hate revandin û êdî agahî jê nehate girtin pirsîn.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 606'an de bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" bi rêya video daxuyanî dan û aqubeta windayan pirsîn.

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yakup Guven, daxuyanî da û aqûbeta Hakki Kaya yê di sala 1996'an de hatibû revandin pirsî. Guven, anî ziman ku Kaya karkerê neqliyatê bû û wiha got: "Di 18'ê Mijdara 1996’an de kesên bi çek we bi Torosa Spî revandin. Wê demê li gel Ahmet Yaşar û Metin ku paşnavê wî nehat zanîn ji tenişta Lîseya Ziya Gokalp diçûn Yekderî (Tekkapi) yê Sûrê. Di rê de maşîna Torosa Spî ya plakeya wê ‘06 EKN 22’ nêzî wan bû. 3 kesên çekdar ku xwe wekî polîs dan nasîn, li nasnameyên wan nerî. 3 kesên çekdar pirs ji Kaya pirsîn û pişte 3 kes li wesayîtê siwar kirin û revandin. Dema wesayît gihişt Lîseya Pîşeyî ya Endustriyê ji xeynî Kaya, hevalên wî Ahmet û Metîn ji wesayîtê daxistin. Yaşar, xwest hevalî wî Kaya jî serbest berdin. Lê 3 kesên bi çek neheqî li wan kirin û çûn. Ahmet Kaya ku polîsan bi Maşîna Spî ya Toros ew li ber Lîseya Ziya Gökalp li wesayîtê siwar kirin, carek din agahî jê nehat girtin."

Guven, destnîşan kir ku Kurê Hakki Kaya Efendi Kaya di 27'ê Mijdara 1997’an de serî li Dozgerê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) daye û piştî serlêdan kirin, dest bi lêpirsînê kirine. Guven, bilêv kir ku 23 salin hêj lêpirsîn didome û bi encam nebûye. Hêj tu agahî der barê Hakkı Kaya de bi dest nexistine.