Polîsan li Qersê dest li xwepêşandanê werdan

Parlamenterên HDP'ê û şêniyên Qersê desteserkirina Şaredariya Qersê şermezar kirin, lê belê polîsan dest li wan werdan.

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku dîl hatiye girtin, wezîfeya wî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hate desteserkirin.

Li şûna hevşaredaran, Waliyê Qersê Turker Oksuz li Şaredariyê hate danîn.

Rêxistina HDP'ê ya Qersê xwest li pêşiya avahiya şaredariyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Lê belê polîsan destûr nedan girseyê ku derbasî pêşiya avahiya şaredariyê bibe.

HDP'yî ku parlamenter Dersim Dag û Habîp Eksîk jî di nav de bûn, bûn hedefa êrişa polîsan.

Waliyê talanker Oksuz jî bi ewlekariyeke mezin hate avahiya şaredariyê. Ketin û derketina şaredariyê hatiye girtin.