Polîsan bi copan êşkence kirin, hewl dan ku bixeniqînin

Di rapora ÎHD'ê û TÎHV'ê û Baroya Amedê de hate gotin M.E.C li emniyetê êşkence lê hatiye kirin.

Nûneriya Baroya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê diyar kirin (TÎHV) têkilî kuştina polîs Atakan Arslan M.E.C yê ku hatî girtin, êşkence lê hatiye kirin.

Di raporê de hate gotin êşkence li M.E.C hatiye kirin, dijûnên giran lê hatiye kirin, 4-5 saetan destên wî ji paş ve hatine kelepçekirin û wiha hatiye rawestandin, hemû kincên li ser M.E.C jê kirine polîsan bi dest û copan êşkence lê kirin, bi rengekî ku nikaribe hilmê bide û bistîne êşkence lê hatiye kirin.

Di raporê de êşkence hate piştrastkirin, hate xwestin ku zû rapora tibî were hazirkirin, mexdûr êşkenceyê bi berfirehî bibêje û derbarê êşkencekaran lêpirsîn were destpêkirin, tomarên kameranya lê lêpirsînê were zêdekirin.