Polîsan avêtin ser konê sersaxiyê yê malbata Tûrgût

Heyeta KCD, HDP û DBP serdana malbata Servet Tûrgût kir, ku ji helîkopterê hatibû avêtin. Polîsan avêtin ser merasîmê û gef xwarin.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP'î serdana malbata Servet Tûrgût kir ku ji aliyê leşkerên Tirk ve ji helîkopterê hatibû avêtin û hatibû kuştin.

Huda Kaya ya HDP'î li merasîmê axivî, lê dema ku diaxivî polîsan avêtin ser merasîmê. Polîsên Tirk gotin, "em ê nehêlin ku hûn biaxivin" û nehiştin ku rojnamevan jî dîmen bikişînin.

AYDENÎZ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Polîsan gef xwarin ku eger merasîm bidome wê dest bi destgîrkirinê bikin. Aydenîz jî nerazîbûn nîşan da û got, "Eger hurmeta we ji bo mirovan hebûya hûn bi vî rengî nedihatin merasîma sersaxiyê."