Polat: Li pêş çavan mirin

Husnu Polat hevserê Feyrûz Polat a ducanî ku ji ber bijîşk tune bû jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku ev sersariya li hemberî gelê herêmê ye û wiha got: "Hevsera min û dergûşa wê li ber çavan mirin."

Jina 8 meh ducanî Feyruz Polat (31) ku jana ducaniyê lê rabûn, ewil birin Hezexê û piştre birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Polat, ji ber ku bijîşkên pispor tune bû di rê de jiyana xwe ji dest da. Hevserê Polat Husnu Polat (29) bertek nîşanî helwesta rayedarê dewletê da û diyar kir ku hevsera wî û dergûşa wê li ber çavan mir.  Polat têkildarî mijarê axivî û wiha got: "Em li taxa Cûdî rûdinên. Ji ber sersariyê hevsera min jiyana xwe ji dest da. Hevsera min Feyrûz jan lê rabûn û saet di 04.40'an de min ambûlans xwest. Ez 3 caran li 112'an a Beşa Lezgîn geriyam. Lê ambulans dereng hat." 

‘BI RÊYA TELEFONÊ MUDAXALE KIR

Polat, anî ziman ku wî hevsera xwe rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û wiha got: "Sedye jî nedan me. Bijîşkê li beşa lezgin peywirdar Firat bi awayekî ciddî mudaxale nekir. Bijîşk Firat bi rêya telefonê li bijîşkên pispor geriya û agahî ji wan girt. Bi rêya telefone mudaxale kir. Li ser nezanîna bijîşk me xwest sewqî nexweşxaneyên din bike. Bijîşk telefonî nexweşxaneya Sîlopya û Şirnexê kir. Ez li tenişta wî bûm. Van nexweşxaneyan dermankirina hevsera min qebûl nekirin. Min jî bi israr xwest hevsera min sewqî nexweşxaneyek ku pispor lê hebe bike. Piştî nîqaşên demdirêj qebûl kir ku em sewq bikin."

'JI BO SEWQÊ AMBÛLANS JÎ NEDAN'

Polat anî ziman ku ji bo sewqkirinê ambûlans jî nedan wan û wiha got: "Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku di destê wan de ambûlans tune ye. Xwestin ez bi derfetên xwe hevsera xwe bibim nexweşxaneyeke din. Ger ku maşîna min hebûya min ambulans nedixwest. Ji ber ku dem derbas bûbû êdî hevsera min ji ser xwe çûbû. "

Polat, da zanîn ku piştî vardiye guherî Firat nobeta xwe dewrî bijîşk Yûsûf kir û wiha got: "Hevsera min di nava êş û janan de ji ser hişê xwe çûbû. Lê bijîşkên nobet guhertin jî mudaxale nekirin. Min zext li bijîşkê nû hatiye kir ji bo tiştekî bike. Wî hin fîlm kişand. Bi telefonê li hin bijîşkên din geriya. Piştî çend fîlm kişandin diyar kir ku krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

'PIŞTÎ HEVSERA MIN DERGÛŞA WÊ JIYANA XWE JI DEST DA'

Polat, anî ziman ku bijîşkan diyar kiriye ku dergûşa wan dijî û wê bi rêya sezeryanê wê derxînin. Polat, bilêv kir ku dema ameliyatê bijîşkan diyar kirine ku zaroka wan jî jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Hevsera min û zaroka min li ber çavan mirin. Me serlêdana sûc kir. Em ê şopdarê dozê bin. Zarokekî min yê astengdar û 3 zarokên min êtîm ma. “

Feyrûz Polat û zaroka wê şevê din piştî rapora otopsiyê li Goristana Asrî ya Cizîrê hat veşartin.