Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: AKP bi xespê welat bi rê ve dibe

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li gel hevserok û sekreterên giştî yên sendîkayan daxuyaniyek da û diyar kir ku AKP bi xespê welatî bi rê ve dibe û got: “Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Wanê.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li hemberî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li gel pêkhateyên platformê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistina Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê, Parlamenterên DEM Partiyê, Hevserokên Giştî yên KESK’ê  Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz, Serokê Giştî yê TUMBEL-SEN’ê Erdal Bozkûrt, Sekreterê Giştî yê TIHV’ê Coşkûn Oztercîh, Serokê Yapi Yol Sen’ê Gultekîn Narînlî, Seroka Giştî yê Tarim Orkam Sen’ê Serap Baysal û Sekreterê Giştî yê BES’ê Îzzettîn Alpergîn beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Di daxuayniyê de pankarta bi nivîsa “Ne îdareya qeyûman, îradeya gel! Em rê nadin qeyûm û faşîzmê” hate vekirin û dirûşmeyên “Em ê bi têkoşînê bi ser kevin”, “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e”, “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” û “Neslîhan Şedal rûmeta me ye” hatin berzkirin.

BI AWAYEKÎ EŞKERE DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ YE

Daxuyanî ji aliyê Hevberdevkê Demê yê KESK’ê Engîn Işik ve hate xwendin. Işik li hemberî desteserkirina şaredariyê nerazîbûnên xwe nîşan dan û got: “Ev kiryarên AKP’ê yên derqanûnî  bi awayekî eşkere tê wateya desteserkirina îradeya gel. Ji ber vê yekê ev demeke dirêj e ku AKP welat bi xespkirina îradeya gel bi rê ve dibe.”

Di dewama axaftina xwe de Işik bal kişand ser hevdîtinên Îmraliyê û wiha got: “Pêvajoya çareseriyê û tayînkirinên qeyûman li hev nayên. Ev yek nîşan didin ku hikûmet di vê mijarê de ne jidil e. Li aliyekî qala pêvajoya çareseriyê û aşitiyê tê kirin û li aliyekî jî şaredarî tên desteserkirin. Ev yek ji aliyê rewabûna demokratîk ve nakokiyên mezin derdixînin holê.”

‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN BERXWEDANA GELÊ WANÊ’

Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz jî axivî û ev tişt got: “Di 31’ê Adarê de bihar hatibû çiya, bajar û şaredariyên me. Lê belê ev desthilatdariya zordar dixwaze bihara me li me reş bike. Gelê Wanê di 31’ê Adarê de destûr neda vê yekê. Em ê jî piştevaniyê bidin gelê Wanê.”

Sekreterê Giştî yê TIHV’ê Coskûn Oztercîh jî got: “Em bi biryareke derqanûnî  û derwijdanî re rû bi rû ne. Em vê biryara desthilatdariyê şermezar dikin. Em ê heya dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Wanê.”

‘POLÎSAN XWEST QIRKIRINEKÊ PÊK BÎNE’

Herî dawiyê jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û wiha got: “Ev sê roj in bajarê me di bin dagirkerî û xespê de ye. Îro, îradeya gelê Wanê tê desteserkirin. Lê belê gelê me dê li hemberî polîtîka û deq û dolabên we serê xwe netewîne. Lê belê polîsan hewl da ku qirkirinekê pêk bînin. Em hemû caran ji bo xwişk-biratiya gelan li ber xwe didin. Me ji bo wekheviyê bi hezaran şehîd dane. Bi hezaran hevrêyên me niha di zindanan de ne. Helbet em ê li îradeya xwe xwedî derkevin.”

 ‘POLÎS DIBIN ŞIRÎKÊ SÛCÊ AKP’Ê’

Di berdewama axaftina xwe de Neslîhan Şedal bal kişand ser êrîşa polîsan a li ser gel û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Polîsên AKP’ê li hemberî gelê ku xwedî li îradeya xwe derdikeve, serî li êşkenceyê dide.  Rê nadin ku gel bertekên xwe yên demokratîk nîşan bide. Ji ber ku ew bi xwe jî şirîkên sûcên AKP’ê ne. Me hemû caran ji bo xwişk-biratiya gelan li ber xwe da, lê belê polîsan li wir ji me re digotin ku ‘’Hûn dê hêza Tirkan bibînin.’’ Me jî hêza gelê Wanê nîşanî we da.”