Platforma ji Xirakirina Sûrê re Na: Em dikarin asteng bikin!

Ji aliyê gelek TSK, partî, rûspî û ekolojîstan ve Platfroma ji Xirakirina Sûrê re Na hate avakirin.

Li Amedê li dijî xirakarina taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê ya di bin navê "veguherîna bajar" nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, rûspî û ekolojîst hatin cem hev. Di civîna ku li Rêxistina DBP'ê ya Amedê hate lidarxistin de gelek nîqaşên gelek girîng hatin kirin.

'DI CIH DE VEGUHERÎN'

Di civînê de hat gotin ku di bin navê "veguherîna bajar" de biryara xirakirina ku tê kirin di civîna MGK'ê ya di 30'ê Cotmeha 2014'an de hatiye girtin û bi vî rengî çand û dîroka navçeyê tê tunekirin, armanc ev e. Hate gotin ku bi xirakirinê re xizankirina gelê Sûrê, koçberkirin û guhertina demografyayê tê hedefgirtin û di berdewamkirina xirakirinê de ev yek wê li hemû bajaran ku "qedexeya derketina derve" hate îlankirin belav bibe. Jibilî vê hate gotin ku li şûna "veguherîna bajar" bi "di cih de veguherînê" ve avahî dikarin bê nûkirin û bidin xizmeta gel.

'KÊM MAYÎN; EV BIKEVIN NAVA TEVGERÊ'

Di civînê de jibilî pêşniyarên ku tê kirin kêmasiyên CHP û HDP'ê yên dîplomasiyê ya ji bo rawestandina xirakirinê jî hate rexnekirin. Di civînê de beşdaran bal kişandin li ser qutkirina avê û bi vî re derketina pirsgirêkên tenduristiyê jî û binpêkirinên mafan ên tên jiyîn hatin vegotin. Di vî mijarê de Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan a Amedê, Odeya Tabîban a Amedê jî hatin rexnekirin. Beşdaran girtina esnafan a derabeyên dikanên xwe jî parvekirin û xwestin Odeya Bazirganî Pîşesazî ya Amedê bikeve nava hewldanan.

PLATFORMA NA HAT AVAKIRIN

Di civînên de piştî nîqaş û pêşniyarên hatin kirin biryara avakirina Platforma ji Xirakirina Sûrê re Na hat girtin. Rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan, ekolojîst û rûspî yên di platformê de wê cih bigirin ji bo xwe bermameya çalakiyan jî wê diyar bike. Ji bo piştevaniya gelê Sûrê her roj wê saet di 21.00'an de lambe bên vemirandin. Her wiha wê starta kampanyayê "Nan û ava xwe bi gelê Sûrê re parve bike" "Her roj nîv saet di tarîtiyê de bimîne" û di saetên fitarê de bi gel re hatine cem hev bên destpêkirin.

Piştî nîqaşên ji çapemeniyê re girtî hatin kirin, civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Zekî Baran û Hevseroka HDP'ê yê Amedê Gulşen Ozer beşdarî civînê bû xwes ku gel beşdarî civîna ku wê platform di 31'ê gulanê de bê deklerekirin bibin.