Plaftforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî qeyûman em bi hev re ne!

Plaftforma Ked û Demokrasiyê ya Antalya ya tevlî nobeda Amedê bû, peyama ‘Em li gel Kurdan in’ da.

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariya Amedê di roja 40’î de dewam dike. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevşaredarê Amedê yên ji erkê hatibûn girtin Selçûk Mizrakli, Meclîsa Ciwana a HDP’ê, Endamên Meclîsa Jinên Ciwan, Aktivîstên TJA, Dayikên Aştiyê û gelek kest tevlî nobeda li ser Rêya Lîse a li pêşberî şaredariyê bûn. Nobeda Demokrasiyê ya bi dirûşim, çepik û tilîliyan destpê kir, endamên Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Antalya jî piştgirî kir.

CEYLAN: BERXWEDAN HETA DAWÎ WÊ BIDOME

Hevserokê HDP’ê Zeyyat Ceyla ê di daxuyaniya çapmeneiyê de axivî diyar kir ku qeyûm tê wateya derbeya li dijî demokrasiyê, li dijî qeyûman piştgiriyeke mezin tê dayîna HDP’ê. Ceylan got: “Berxwedana me wê heta dawî bidome. Heta vê hişmendiyê bişînin em ê li qadan bin.”

PLATFORMA KED Û DEMOKRASIYÊ: EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN

Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalya Kadîr Ozturk jî piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê anî ziman û diyar kir ku wê qeyûman bişînin. Ozturk got: “Em bêhiqûqiya desthilatê ya bi qeyûman şermezar dikin. Divê hemû gelên li gel aştî û demokrasiyê cih digirin li vî welatî bi hev re têbikoşin û qeyman têk bibin. Gel bi xwe vîna xwe diyar kir. Heta dawî li gel vê têkoşînê ne. Em ê bi hev re têbikoşin.

Hevşaredara Erxanî Ahmet Kaya jî got: “Soza me bi dawî nebûye. Em bi maf in, soza gelê me ti car bi dawî nabe.”

GERGERLÎOGLÛ: GEL SERÎ NATEWÎNE

Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî diyar kir ku gel 40 roj in li bajar li diî bêhiqûqî û bê mafiyê li ber xwe didin û got: “Amed, Wan û Mêrdîn serî li ber desteserkirinê natewîne. Em bi gelê Kurd re, bi heq û hiqûqê têkoşînê dikin.Em li gel gelê xwe ne. Em dizain wê ev berxwedan bigihêje serketinê. Bi teqez wê qeyûm biçin û gel bibe desthilat.”

MIZRAKLI: LI DIJÎ QEYÛMAN EM LI SER PIYAN IN

Hevşaredarê ji erkê hatî girtin Selçûk Mizrakli jî bibîr xist ku nobeda li dijî qeyûman hatî destpêkirin 40 roj li pey xwe hişt û got: “Ne 40 roj, 40 meh jî bidome, em ê li dijî vê qeyûman serhildana me wê her bidome. Yên derbe kirine, dixwawzin qadên rewa ji bo xwe çêbikin. 19’ê Tîrmehê darbeyek nû kirin. Hiqûq qetilkirin.”