PKK: Ji bo hesabpirsîna komkujiya Parîsê em tevlî meş û mîtîngan bibin

Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên komkujiya Parîsê bi hurmet û minet bi bîr anî û got, "Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her qadê beşdarî meş û mîtîngan bibin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê got, "Em di salvegera 12'emîn a komkujiyê de ne ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hate kirin û di encamê de hevrê Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) şehîd bûn. 12 sal inl i ser şopa hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî em têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin. Di vê salvegerê de jî ji bo hesabpirsîna komkujiya Parîsê em qad û kolanan dadigirin.

Beriya her tiştî em şehîdên xwe yên mezin hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî di salvegera 12'emîn a şehadeta wan de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin; soza xwe dubare dikin ku xwedî li armanc û bîranîna wan derkevin. Em careke din destnîşand ikin ku di sala 13'an de ji bo hesabpirsîna ji komkujeran û pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya jinê em ê hîn bi xurtî û bi rêxistinî têbikoşin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku eşkere ye ku komkujiya Parîsê bi zanebûn û plankirî hate kirin û hate gotin, "Bi zanebûn êrîş li dijî sê hevrêyên me yên hêja hate kirin. Bi taybetî hevrê Sara ji ber ku yek ji damezrînerên partiya me bû, li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê yek ji hevrêyên pêşengî ji Berxwedana Zindanê ya Mezin re kir û tevkariya herî zêde li pêşketina xeta azadiyê ya jinê ya partiya me kir, bû hedefa êrîşê. Li ser vê bingehê, eşkere ye ku komkujiya 9'ê Çileya 2013'an li dijî partiya me PKK'ê û di şexsê wê de jî li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de ya ku bû hedefa êrîşê gelê Kurd û têkoşîna wê ya hebûn û azadiyê ye.

Ya rast, hîn di rojên destpêkê de eşkere bû bê kê komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê kir, kê da kirin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê belê rêveberiya Fransayê ku li ser bingeha berjewendiyan bi berpirsyarê komkujiyê re li hev kiriye, ev rastî ti carî bi şênberî eşkere nekir û kujer mehkeme nekir û hesab nepirsî. Eger di dema xwe de ev kiribûya di 23'ê Kanûna 2022'an de komkujiya Parîsê ya duyemîn rû nedida ku di encamê de yek ji fermandarên şerê li dijî DAÎŞ'ê Evîn Goyî û du welatparêzên Kurd şehîd bûn. Par gelê me û dostên gelê me gelekî hewl dan, lê belê li gel vê yekê jî rêveberiya Fransayê xwe neda ber bicihanîna hiqûqê û darizandina hemû sûcdaran.

Bi wesîleya salvegerê em careke din bang li Rêveberiya Fransayê dikin ku bi rengekî demokratîk tevbigere, hiqûqê bi cih bîne û hemû sûcdarên herdu komkujiyên Parîsê darizîne. Bi taybetî em dibêjin, destnîşankirina para rêveberiya Tayyîp Erdogan a di van komkujiyan de û darizandina wan wê pêşî li qirkirina Kurdan bigire, wê xizmetê ji demokratîkbûna Tirkiye, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn re bike. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên demokratîk dikin ku heta bidestxistina vê encamê têkoşînê timî mezin bikin.

EM HER TIM LI PIŞT BIRYARÊN RÊBER APO SEKINÎN, JI NIHA Û PÊ VE JÎ EM Ê BI HEMAN RENGÎ BIKIN

Gelê me yê welatparêz û dostên me yên hêja!

Di vê demê de ku em dikevin sala 13'an a Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an, weke gel û tevger li gel derfet û firsendan her wiha bi gelek rîsk û metirsiyan re jî rû bi rû ne. Bi hilweşîna rejîma Baas a li Sûriyeyê re sîstema netewe dewletê ya piştî şerê cîhanê yê yekemîn li Rojhilat Navîn hate danîn li qada Ereb hilweşiya, li Îran û Tirkiyeyê dawiya vê yekê tê. Di avakirina sîstema Rojhilata Navîn a nû de Kurd û Kurdistan xwedî roleke kilît û diyarker e. Ev yek jî têkoşîna li ser Kurdistanê zêde dike. Hêzên ku dixwazin li Rojhilata Navîn bi bandor bibin, berê xwe bi giranî didin Kurdistanê. Di rewşeke bi vî rengî de weke tevger û gel divê em hîn bêhtir baldar bin, bi tedbîr bin, yekîtî û têkoşîna xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibin.

Ji bo mifteya Rojhilata Navîn ber bi aliyê demokrasî û azadiyê ve veke, Rêber Apo dest bi hewldaneke nû kiriye. Bêguman ev rewş encameke Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ye ku ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve em dimeşînin. Bi rêya têkoşînê zext li deriyên Îmraliyê hate kirin ku vebe. Daxuyaniya Heyeta DEM Partiyê ya ku 28'ê Kanûna 2024'an bi Rêber Apo re hevdîtin kir, hem kêfa Kurdan û dostan anî, hem jî atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê bi rengekî cidî guhert.

Em gel û tevger, bêguman vê pêvajoyê û van nîqaşan girîng dibînin. Em her tim li pişt biryarên Rêber Apo sekinîn, bêguman ji niha û pê ve jî em ê bi heman rengî tevbigerin. Ji bo têkoşîna Rêber Apo bi ser bikeve, em ê her wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Ji bo vê jî em ê li ser xeta Apoyî her tim bi israr û bi sebir têbikoşin. Di heman demê de li hemberî lîstik, fen û fûtên siyasetê û mejiyê qirker-faşîst jî em ê baldar û hişyar bin. Weke ku em timî dibêjin, em her tim ji şer re jî ji aştiyê re jî amade ne. Yên ku ji bo me dibêjin 'wê me binax bikin', em ji wan re pêşniyar dikin ku halê xwe bibînin, ew li ber binaxkirinê ne.

Em careke din şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin; bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her qadê beşdarî meş û mîtîngan bibin."