PKK'ê peyama sersaxiyê ji TKP/ML re şand

Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir, ku Fermandarê TKP/ML Orhan Bakircan ê li Reqayê jiyana xwe ji dest da, wê di têkoşîna azadiyê de her hebe.

Komîteya Rêveber a PKK'ê, ji bo Orhan Bakircan (Nûbar Ozanyan) ê li Reqayê jiyana xwe ji dest da, ji TKP/ML re peyameke sersaxiyê şand.

Di peyama PKK'ê de wiha hate gotin:

"Em gelekî bi şehadeta hevrê Orhan Bakircan (Nûbar Ozanyan) êşiyan, ku di rêya şoreşê de kedeke mezin da û fermandar û milîtanekî şoreşger ê enternasyonal bû. Êşa we êşa me ye, em bawer in, wê bîranîna wî di têkoşîna azadiyê ya gelan de her hebe.

Me her du hevrê; Cemîl û Orhan li Herêmên Parastinê yên Medyayê nas kir, ku bi navê TKP-ML TÎKKO hatin. Di sekn, rû û gotinên samîmî yên van hevrêyan de, me dîrok, şervanî û keda kevneşopiya TKP-ML TÎKKO dît, ku ji Îbrahîm Kaypakkaya û vir ve didome. Hemû hunerên erênî yên milîtanên TÎKKO, ku dest ji têkoşînê bernadin û bi hêviyeke mezin li paşerojê dinerin, di şexsê hevrê Orhan de dihate dîtin. Hevrê Orhan ku me di nava van şert û mercan de ew nas kir, bi têgihiştina xwe ya xwedî tecrûbe, bi hêzdarî û sekna xwe ya bi biryar bandor li her kesî kir. Ji dest dana hevrêyên bi vî rengî yên bi têkoşîna şoreşgerî û kedê afirîne, bi rastî jî giran û bi êş e. Lê wezîfeya me ew e, ku em van fermandarên pêşeng, mirovên bedew û pak bi têkoşîna xwe bijîn û ruhên wan bi serxistina têkoşînê bêdawî bikin.

Çawa ku li pêşberî hemû şehîdên şoreşê em xwe berpirsyar dibînin, li pêşberî şehadeta kesayetê enternasyonal û bijarte hevrê Orhan jî em xwe berpirsyar dibînin û ji xwe re weke wezîfeyeke şoreşgerî-welatparêzî-enternasyonal dibînin ku vê yekê bikin bingeha hevparkirin têkoşîna gelan û xurtkirina yekîtî û piştgiriyê. Bîranînên fermandarê leheng Orhan Bakircan, ku jiyana wî bi fedakariyê dagirtî ye, wê timî rêya me ronî bike. Peyama wî ku li ser bingeha piştgirî û hevgirtina şoreşgeran, xurtkirina şoreşê li dijî sîstema AKP-MHP a faşîst bû, ji bo me wê her tim bibe armanceke bingehîn.

Li ser vê bingehê, wê bi têkoşîna xurtkirî re doza Şehîd Orhanan bi ser bikeve, sîstema faşîst-mêtinger hilweşe û doza sosyalîzmê geş bibe. Bi vê bîr û baweriyê, em bi coşa xwe ya şoreşgerî we slav dikin û di rêya şehîdên leheng de serketinê ji we re hêvî dikin."