PJAK’ê salvegera damezrandina Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser pîroz kir

PJAK’ê bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû gelê Kurd, azadîxwaz û demokratîkan pîroz kir.

PJAK’ê têkildarî salvegera damezirandina Komara Kurdistanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û serhildana Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da.

PJAK’ê diyar kir ku 77’emîn salvegera Komara Kurdistanê û damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegerên dîrokî ne.

PJAK’ê anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê li ser bingehê Rêveberiya Demokratîk û li Rojhilatê Kurdistanê jî bi destpêkirina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destkeftiyên Komara Kurdistanê piştî 77 salan jî zindî mane.

PJAK’ê diyar kir ku îro li ser bingeha mîrateya Komara Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna gelê Kurd hê bihêztir û xurtir bûye û got: “Meşaleya agir di destê ciwanan de ji kolanan ber bi çiya û lûtkeyên bilind ve hildikişin. Ev yek cihê serbilindiyê ye.”

Di dewama daxuyuyaniyê de PJAK’ê destnîşan kir ku tenê bi yekîtî û têkoşîna gelê Kurd û partiyên azadîxwaz, demokratîk û rasteqîn dikairn rêya Komara Kurdistanê bidomînin û got: “Bê têkoşîn û ked, fedekarî û pêşxistina demokrasî, azadî, hemû mafên pêkhate û netewe, rewşenbîr û baweriyên civakî bi cih nayê. Eger ku îro bi pêşxistina têkoşînê ya di astên cuda de têkoşîneke azadîxwazî li her çar parçeyên Kurdistan û Zagrostan tê kirin, ji bo wê pêwîstî xurtkirin û piştevanîkirina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hebe ku serketinê mîsoger bike.

Çawa ku berî 77 salan bi Komara Kurdistanê îro jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava û şoreşa jinan bû çavkaniya rabûn û yekîtiya gelê Kurd, gelan û neteweyan. Ji bo vê divê ji niha û şûnde pêngava herî mezin a şoreşgerî di asta ronesansê de be. Divê her ferdekî Kurdê azad destkeftiyên dîrokî yên Komara Kurdistanê bike bingeha serketin û azadiya gelê me. Divê piştgiriya hemû gelê hejar bê kirin. Îro çavê hêviya gelan li têkoşîn û fedayiyên gelê Kurd e. Hem Komara Kurdistan û hem jî erkê şoreşgerî ya îro barê têkoşînê ya ser milê me girantir kiriye, ji bo wê pêwîstî bi têkoşîn û ked heye.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) salvegera damezirandina Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye li hemû gelê Kurd, azadîxwaz û demokratîkan pîroz kir û got: “Em di qonaxeke dîrokî û li qadeke têkoşînê ne. Bi têkoşîna bi hezaran şehîdên me re hêviyên dijimin ên têkbirina gelê Kurd pûç bû. Sala 2023’an sala gelê Kurd û Rêber Apo ye. Sala ku dawî ye ku wê dîlgirtina Rêbertî biqede. Divê Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî ya li Rojhilatê Kurdistanê girîng bên dîtin û bikin mizgîniya şoreş û azadiyê. Em careke din salvegara Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava li gelê me, li  azadîxwazan, jin û ciwanan yên ku li kolanan şoreşê dikin, li malbatên şehîdan û girtiyên ku li ber her cûre êş, êşkence û zilmê azadiyê diparêzin, pîroz dikin.”