PJAK: 15’ê Tebaxê li dijî dagirkeriyê bû bersiv

Meclîsa PJAK’ê ji bo salvegera 36’an a 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev pêngav li dijî dagirkeran bersivek bû.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) bi rasthatina 36’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Em destpêkê 36’emîn salvegera pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd, hemû şehîdan, malbatên şehîdan, qehremanan, berxwedêrên cenga Heftanînê û gelê xwe pîroz dikîn. Di rastiyê de pêngava 15’ê Tebaxê ji bo hewldanên dagirkerane yên hêzên cîhanê û herêmê bersivek bû. Di şerê cîhanê yên yekem, duyem û sêyem de hewldanên ji bo çewisandina gelên Rojhilata Navînê hatin kirin. Di her sê qonaxên vî şerî de, bê guman gelê Kurd bûye hedefa dagirkeran. Zêdetirî sed sale li Rojhilata Navîn bi ser îradeya civaka Kurd xerîte têne xêzkirin.

Berxwedana li zindana Amed ya bi pêşengiya şehîdên mezin Mazlum Dogan, Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr û Sara, mizginiya ji dayikbûna têkoşîna gelê Kurd bû. Berxwedana li zindana Amedê, bi pêngava 15’ê Tebaxê dewam kir û îro gihiştiye astek mezin. Berxwedana 15’ê Tebaxê bi xwe re pêngava 1’ê Hezîranê, şerê gelê şoreşgerî, şoreşa Rojavayê Kurdistan, berxwedana Koban û Efrînê anî û li cîhanê belav bû. Îro ku ruhê fermandar Egîd di bedena her gerîlayek de zindiye, wê heya dawiya dagirkeriyê were, li ber xwe bide.

Xeta xiyanetê jî ji roja yekem ve ku li dijî pêngava 15’ê Tebaxê bû, îro jî dewam dike. Ronîkirina ruhê pêngavê, tê wateye têkçûna xiyanetê. Bandora 15’ê Tebaxê ya li ser Rojhilata Navîn bi destpêkirina xebata Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê re zêdetir xwe nîşanda û bû cihê hêvî û jiyanê. Her ku diçe ev rih geş dibe. Gelê me bi helwesta xwe her tim xwedî li vê pêngavê derketiye. Niha jî pêwîste xeta xiyanetê were binber kirin, neteweya demokratîk were pêşxistin û xwedî li berxwedana Heftanînê were kirin.