Piştî Nisêbînê sendroma Geverê

Piştî berxwedana bi mehan a li Geverê, hêzên ewlekariyê yên dewletê JOH, POH gihîştin radeya parçebûnê. Hat gotin, bi dehan ji wan îstifa kirin. Dewletê hejmara kuştiyên xwe veşart.

Li navçeya Gever a Colemêrgê, xwerêveberî bi rengekî girseyî di 13'ê Tebaxa 2015'an de hat ragihandin. Mehek piştî ragihandinê êrîşên dewleta Tirk dest pê kirin. Li Geverê, YPS'ê û gelê têkoşker, dest bi berxwedaneke dîrokî kirin. Vê têkoşînê 7 mehan dewam kir. Bi dehan sivîl hatin kuştin. Hêzên dewletê li pêşberî berxwedana Geverê qels bû. Dîren Stêrk, ku tevî dayika xwe ya 65 salî ku aktîvîsta aştiyê ye tevlî nava têkoşînê bû, ji ANF'ê re qala wê pêvajoyê kir.

'XWERÊVEBERÎ NEBÛYA NEDIBÛ'

Dîren Stêrk da xuyakirin, ku dewletê jiyaneke antî demokratîk li ser gelê Geverê ferz dikir û îşkenceya li şantiyeyê li dehan kedkarên Geverê hat kirin bibîr xist, ku tîmekî taybet, hemû li erdê dirêj kiribû û bi gotina 'hûn ê hêza Tirkan bibînin' gef li wan dixwar. Stêrk destnîşan kir, xwerêveberî êdî li vê axê nebe, nedibû.

Dîren Stêrk, ku kedkarekî 29 salî yê ji Geverê ye got, "Piştî Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn û Şirnexê, di 13'ê Tebaxa 2015'an de li 2 cihên cuda yên Geverê 'Xwerêveberî' hat ragihandin. Ev her du cih, taxên herî mezin ên Geverê Cûmhûriyet û Orman bûn."

BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ LI SÊ TAXAN DEST PÊ KIR

Dîren Stêrk diyar kir, piştî ragihandina xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, dewletê xwe li vê yekê ranegirt û bi komkujiyan hewl da pêşî li vê daxwaza mafdfar bigire. Stêrk got, "Me ev rastî ji Cizîr, Sûr û Nisêbînê dizanîbûn. Heman zîhniyetê wê li Geverê jî heman hovîtî bikira."

Dîren Stêrk anî ziman, heta 20 rojên piştî ragihandina xwerêveberiyê, yanî di destpêka meha Îlonê ya sala 2015'an de wan li taxên Kişla, Orman û Cûmhûriyetê, bi desteka gel ê ji 7 heta 70 salî, bi şervanên YPS'ê re dest bi danîna bendan kir. Stêrk qala wan rojan kir: "Pêşengê berxwedana Geverê Îslam Ronî bû. Sê roj piştî danîna bendan, ji hoparlorên mizgeftê, bi dengê hevalekî YPS'yî û dengê hevala HPG'ê Rozerîn hat ragihandin, ku berxwedanê dest pê kiriye û bajarê Serhildanê Geverê êdî ji bin serdestiya TC a faşîst derketiye. Di anonsê de dihat gotin, 'Em ê jiyana azad, bi têkoşîna bi canê xwe ava bikin'. Piştî vê anonsê, di nava gelê Geverê de baweriyeke xurt a ji xwe, afirî. Lewma hêzên dewletê bi hemû derfetên xwe, bi JOH û POH'an dest bi topbaranê kirin. Di destpêkê de êrîşî taxa Ormanê, piştre êrîşî taxên Cûmhûriyet û Kişlayê kirin."

'ROZERÎN Û MEMYAN OREMAR BI DAXWAZ Û BAWERÎ BÛN'

Stêrk da zanîn, dewletê hêzeke gelekî zêde bi kar anî û qala destpêka berxwedanê kir: "Li Kurdistanê şer dest pê kiribû. Mebest ji şer jî; di navbera ciwanên ku amade bûn ji bo gelê xwe canê xwe feda bikin û dewleta Tirk û hemû çeteyên wê yên hemû derfetên şer bi kar danînin. Atmosfereke şer hebû, Di hedefê de gel û axa Kurdan hebû."

Stêrk qala eniya berxwedanê ya Geverê kir: "Dema şerê çekdarî dest pê kir, li eniya YPS'ê moral û baweriyeke ji xwe ya gelekî mezin derket holê. Vê yekê bandor li gel jî kiribû. Yek ji taxên herî stratejîk ku şer lê giran bû taxa Ormanê bû. Memyan Oremar berpirsyarê wê eniyê bû û li dijî êrîşên giran digot, 'Di nava 20 salên xwe yên li nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de, min ti carî eniya xwe neterikand, ez ê vê carê jî neterikînim'. Bi vê bîr û baweriyê şer kir. Piştî topbarana giran a hêzên dewletê Memyan piştî çend rojan li vê eniyê şehîd bû. Şehadeta Memyan, mînaka fedakariyê bû ku jiyana bi dehan hevrê rizgar kir. Rozerîn jî ji bo piştgiriyê çû vê eniyê û piştî têkoşîna xwe ya bi biryar û bê tirs, gihîşt şehadetê."

NAVÊ XEZALÊ LI KEPÇEYÊ HAT KIRIN

Dîren Stêrk da xuyakirin, ku piştî şehadeta hevalên wan Memyan û Rozerîn, şervanên YPS'ê dest bi berxwedaneke mezin kirin, bi dehan endamên JOH û POH kuştin û tankek parçe parçe kirin. Stêrk diyar kir, li dû vê darbeyê, hêzên dewletê bi tankên bi palet û Hammeran dor li taxan girtin û got, "Di wê demê de xendek hatin kolandin. Di destê berxwedêrên YPS'ê de kepçeyek hebû û navê 'Xezal'ê lê hatibû kirin. Bi desteka Xezalê bi dehan xendek hatin kolandin. Xezal bûbû yek ji sembolên girîng ên berxwedana Geverê."

'DEWLETÊ HEJMARA KUŞTIYÊN XWE VEŞART'

Dîren Stêrk destnîşan kir, ku bi berxwedana bi heybet a li Geverê re hêzên dewletê derbên giran xwarin û ev yek ji raya giştî hatiye veşartin: "Di dema destpêkirina şer de ji 7 heta 70 salî gel daket kolanan û piştgirî da berxwedêran. Berxwedêrên YPS'ê jî bêtirs bi ser dijmin ve diçûn û derbên giran lê dixistin. Di her gavê de gelek kuştiyên dewletê çêdibû. Gelek Heron hatin îmhakirin. Wekî din tankek hat rûxandin. Gelek maşînên zirxî bêkêr hatin hiştin. Hêzên JOH û POH'ê êdî ewçend bêçare ma bûn, nedikarî cenezeyên xwe jî rakin. Bi pêşniyara berxwedêran, bi saya korîdora ji aliyê gel ve hate avakirin, dewletê cenazeyên xwe rakir. Vê yekê di nava JOH û POH'ê de rê li ber şikestineke cidî vekiribû. Ji ber ku hêza berxwedanê dîtin, tirs û hov ket dilê wan û dest bi îstifayê kirin. Dewletê hejmara kuştiyên xwe û maşînên şer ên hatin rûxandin, veşart."

GEL DERXISTIN Û BI XWE ŞER KIRIN

Stêrk destnîşan kir, ku Gever di nava dewletê de bû sendromek û got, "Li gorî agahiyên ji çavkaniyên bi ewle hatin bidestxistin, bi dehan endamên JOH û POH'ê îstifa kirin." Stêrk da zanîn, ku ji ber vê yekê Erdogan banga 'qet neyên rehmê, xera bikin, biweşitînin' li hêzên dewletê kiriye û got, "Piştî vê bangê, hêzên dewletê yên nekarîn li ber şervanên YPS'ê li ber xwe bidin, êrîşî gelê sivîl kirin. Bi desteka helîkopteran operasyonên mezin hatin kirin. Dor li taxan hatin girtin û topbaran lê hat kirin. Gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan."

Stêrk ragihand, li ser vê yekê, şervanên YPS'ê biryar dane ku gel ji navçeyê derxînin û heta dawiyê têbikoşin.

'DEWLETÊ WINDA KIR, GELÊ KURD BI SER KET'

Di dawiya axaftina xwe de Dîren Stêrk destnîşan kir, ku di encama berxwedana 79 rojan a şervanên YPS'ê de li Geverê gelê Kurd û têkoşîna azadiyê bi ser ket, yê winda kir jî dewleta Tirk e.