Piştî Amedê, li Wanê jî ji bo girtiyan Nobeda Edaletê dest pê kir

Ji bo girtiyên nexweş, Nobeda Edaletê ya li Amedê dewam dike. Malbatên girtiyan li Baroya Wanê jî dest bi Nobeda Edaletê kirin.

Xizmên girtiyên nexweş Îbrahîm Alkan, Emrah Abî û Sînan Karel, li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê dest bi çalakiya nobedê kirin.

Hevsera Îbrahîm Alkan Dilşah Alkan diyar kir ku hevserê wê nikare li girtîgehê bimîne.

Alkan xwest ku hevserê wê bê berdan û got, "Hevserê min nexweşê diyabet û kolesterolê ye. Nêzî 3 sal in girtî ye. Tenê ji ber ku Kurd e hatiye girtin. Divê tavilê bê berdan û em edaletê dixwazin. Hevserê min tenê ji ber ku fikrê xwe anî ziman hate girtin."

Dayika Emrah Abî ku 66 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn Asya Abî jî anî ziman ku kurê wê 10 sal in girtî ye û xwest bê berdan.

Asya Abî got, "Yekane daxwaza min bicihhatina edaletê ye. Banga me li dayikan e; em çiqasî zêde bibin, daxwaza me ya edaletê jî wê zû bi cih were anîn."

Dayika Sînan Karel Zeynep Dayan jî got, "Ya ku li me tê kirin zilm e. Heta kengî ev zilm ê dewam bike. Ji bo nobeda me bi ser bikeve li benda piştgiriya her kesî me."