Piştî 114 rojan aqubeta yek ji 3 kolberên li Ûrmiyê winda bibûn diyar bû

Hat zanîn ku cenazeyê yek ji 3 kolberên ku 13’ê Sibata bihorî ku dema kolberî dikirin rastê bahoza dijwar a berfê hatibûn, peyda bûye. Aqubeta 2 kolberên din hê nediyare.

13’ê Sibata derbas bûyî 3 kolberên bi navê Behlûl Seydanî Ferd, Barzan Mîhenî û Esed Seydanî Ferd ên xelkê gundê Bawan a herêma Mirgever a bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê dema li ser sînorê di navbera Rojhilat û gundê Gelîşîm ê Bakurê Kurdistanê de kolberî dikirin, rastî bahoza berfê ya dijwar û aşûtê hatibûn.Ji wê rojê heya 3 roj beriya niha tevî hemû hewldan û xebatên lêgerînê aqubeta wan nehate zanîn.

3 roj beriya niha piştî 114 rojan hate zanîn ku cenazeyê kolberê bi navê Barzan Mîhenî hatiye dîtin û rakirine nexweşxaneya bajarokê Şemzînan a Colemêrgê.

Peydabûna cenazeyê Mîhenî hêvî da xizm û şêniyên gund ku xebatên lêgerîna her du kolberên din jî bidomînin. Hat ragihandin ku lêgerîna wan didome.

 

https://anfkurdi.com/kurdistan/li-Urmiye-3-kolber-ji-ber-bahoze-wenda-bune-151156