Li Ûrmiyê 3 kolber ji ber bahozê wenda bûne

Hat ragihandin ku li geliyê Binar a herêma Mirgever a Ûrmiyê ku dikeve navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê 3 kolber rastî bahoza berfê hatine û di encamê de her 3 wenda ne.

Li gorî Kolbernewsê duh 3 kolberên bi navê Behlûl Seydanî Ferd, Barzan Mîhenî û Esed Seydanî Ferd ên xelkê gundê Bawan a herêma Mirgever a bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê dema li ser sînorê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê kolberî dikirin, rastî bahoza berfê ya dijwar hatine.

Şêniyên herêmê bi derfetên xwe ji saetên sibehê ve dest bi lêgerîna her 3 kolberan kiriye, ji wê demê ve heya niha ti agahî ji her 3 kolberan nehatiye girtin.

Ji bo peydakirina wan kolberan heya niha ti xebatek ji aliyê saziyên pêywendîdar ên Îranê nehatiye destpêkirin.