Pira dîrokî bû sergo!

Li Stewrê, ku bi xweza û dîroka xwe ya dewlemend navdar e, Pira Haci Ahmet Aga ya bi salane li benda restorekirinê ye, ji ber kiryarên şaredariyê veguheriye sergo.

Pira Haci Ahmet Aga ya li gundê Awina yê navçeya Stewr a Mêrdînê, ji ber nêzîkatiya şaredariyê veguheriye sergo. Şaredarî, li şûna ku vê pira sedan salî restore bike, wê gemarî dike. Pira li ser çemê Stewrê, di salên 1700'î de li ser wasiyeta Haci Ahmet Aga ji aliyê zarokên wî ve hate çêkirin.

Pira li ser çemê Stewrê, ku ava wê kêm bûye û hindik maye ziwa bibe, ber lingên pirê vala bûye. Li vî cihê vala bûye jî çop hatiye valakirin. Gundiyên Awina li ser mijarê axivîn û gotin, "Em li benda çi bûn, lê wan çi kirin. Her devera pirê kirine sergo. Niha ji bo restorekirinê dane îhaleyê. Êrîş li dîrokê tê kirin. Desthilatdariya heyî dijminê xweza û dîrokê ye."

Têkildarî sergoyê li binê pirê, şaredariyê hê daxuyanî nedaye. Gel dixwaze pir tavilê bê paqijkirin û restorekirin.