Peyman Viyan: Jinên Kurd û Îranî divê bi îradeyeke hevbeş têbikoşin

Peyman Viyan bal kişand ser zêdebûna êşkenceya derûnî û fîzîkî ya rejîma Îranê ku di kesayetiya Zeyneb Celaliyan de li dijî îradeya siyasî ya jinan tê kirin û destnîşan kir, ku jinên Kurd û Îranî divê bi îradeyeke hevbeş têbikoşin.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan 13 sal in li girtîgehên rejîma Îranê dibe hedefa êşkenceya derûnî û fîzîkî. Herî dawî hate ragihandin ku bi vîrûsa koronayê ketiye. Endama Desteya Rêveber a Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan derbarê rewşa dawî ya tendirûstiya Zeyneb Celaliyan û siyaseta rejîma Îranê ya li beramberî jinên girtî yên siyasî ji ANF'ê re axivî.

Peyman Viyan derbarê li rewşa girtiyên jin ên siyasî got, "Niha zexteke gelekî giran li girtiyên siyasî tê kirin, bi taybetî li girtiyên siyasî yên jin. Dewleta Îran bi zextê li wan dike. Bi taybetî bi belavbûna vîrûsa kornayê re dewleta Îranê bi zanebûn ev yek li nava girtiyên siyasî belav kiriye."

'ÎRAN BI ZANABÛN VÎRUSÊ LI GIRTÎGEHAN BELAV DIKE'

Endama KJAR’ê Peyman Viyan got: "Bi salane rejîm gefê dixwe û zetan li girtiyan dike. Lê heta nekarî îrade û felsefeya jinên Kurd bişikîne. Niha jî bi zanebûn vîrûsê li nava girtiyan belav dike. Bi rêya vê yekê dixwaze îradeya girtiyan bişikînin. Yek ji wan girtiyên di hedefê de ne Zeyneb Celaliyan e. Ev 13 sal in êşkenceya fîzîkî û derûnî lê tê kirin. Zeyneb Celaliyan û girtiyên siyasî jî li dijî van gefan li ber xwe didin û bûne nimûneyeke têkoşînê ya jinê."

'DI KESAYETA ZEYNEB CELALIYAN DE DIXWAZE ÎRADE Û BERXWEDANA JINAN BIŞKÊNIN'

Li ser armanca belavkirina vîrûsê û gefên li Zeyneb Celaliyan tên xwarin, Peyman Viyan got, "Îran bi her awayî hewl dide ku di kesayeta Zeyneb Celaliyan de, îrade û berxwedana girtiyên jin bişikîne. Lewma niha jî girtîgehên Îranê bûye qadeke  xebat û îradeya jinan. Ji ber wê jî Îran ji wê ditirse, li beramberî wê jî vîrusa koronayê li nava civakê belav dikin, ji bo ku civakê bi vîrusê re bidin mijûlkirin ku dengê nerazîbûnan neyê bihîstin û bilindkirin."

'KOMELGA JI PARASTINA JINÊN GIRTÎ BERPISIYAR E'

Di heman demê de endama KJAR'ê bi domdarî bal kişand li ser vê û got: "Di destpêkê de komelga ji parastina jinên girtî berpirsiyare. Ji ber ku ew jin nûnertiya îradeya siyasî ya komelgayê ne, bi taybetî ya jinan e. Li dijî wê siyaseta bêndengkirina jinan a li komlgayê û girtîgehê tê kirin, demê wê hatiye ku jinên Kurd û hemû jinên Îranê yekgirtîbin û li dijî rejîmê rawestin. Her wiha niha jî Îran hewl dide ku komelgayê bi belavbûna vîrusê re mijûl bikin, lê divê komelga li beramberî wan siyasetan dengên xwe bilind bikin."

Peyman Viyan herî dawî destnîşan kir ku saziyên mafên mirovan û saziyên komelgayan hemû ji vê rewşê berpirsyar in û divê dengê xwe bilind bikin.