Peykerê Zerdeşt Şengalî wê li Şengalê bê çikandin

Peykerê ji fermandarên YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî ku sala 2020'î de di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, wê li Şengalê bê çikandin.

Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê doh nehiştibûn ku peykerê fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî derbasî Şengalê bê kirin.

Ji ber vê astengiyê, xelkê Şengalê li ber nuqteya kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Iraqê kom bûbûn û çalakî li dar xistibûn.

Piştî berxwedana xelkê Şengalê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê destûr dan ku peykerê Şengalî derbasî Şengalê bê kirin.

Zerdeşt Şengalî û şervanên YBŞ'ê Pîr Hamîd, Êzdîn Şengalî û Cilo Şengalî di sala 2020'î de di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbûn.