Peyama Nasir Yagiz a ji bo Newrozê

Ji bo rakirina tecrîdê 121 roj in Nasir Yagiz di greva birçîbûnê de ye. Yagiz ji bo Newrozê peyamek weşand û got ku “Bi serfiraziya Şoreşa Rojava di sala 2019’an de em ê bigihêjin Kurdistana azad.”

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 121 roj in Nasir Yagiz di greva birçîbûnê de ye. Yagiz ji bo Newrozên Amed û Êlihê peyamek weşand.

Di peyama Yagiz de ev tişt hatin diyarkirin:

“Hovîtiya DAÎŞ’ê hemû cîhan mat hiştiye. Ev hovîtî ji aliyê fedaiyên azadiyê yên Kurd û rêhevalên wan ên enternasyonalîst hatiye têkbirin.

Vê helwesta fedaî li dijî dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê jî têdikoşe. Pîvana fedaîbûnê ya demê Zulkuf Gezen, Leyla Guven, çalakgerên li Strasboûrgê û bi hezaran berxwedêrên li zindanan bingehên vê faşîzmê dihejînin. Ev berxwedan zincîrên tecrîdê dişkîne û me nêzî Rêbertiya Azad û Kurdistana azad û demokratîk dike. Bi serfiraziya Şoreşa Rojava di sala 2019’an de em ê bigihêjin Kurdistana azad.

GELÊ KURD BI BERXWEDANÊ TASFIYEYÊ PÛÇ DIKE

Vî giyanê berxwedêr li her çar parçeyên Kurdistanê û li her dera cîhanê me vedixwîne berxwedanê. Di şexsê Amedê ya ku paytexta Kurdistanê ye, em soza serkeftinê didin. Cejna vejîn û berxwedanê ya Newrozê li Rêbertiya me, li şehîdên me û li gelê me û li hemû gelên berxwedêr pîroz be.

Yek ji bajarê têkoşer jî Êlih e. Ev der qada pratîk a Egîd, Mazlûm û Kemalan e, ez serbilind im ku zarokê axeke wisa me. Êlih a ku di hemû pêvajoyên krîtîk de malovaniyê ji berxwedan û serhildanê re dike, ez bawer im ew ê dilê xwe têxe vê pêngava berxwedanê.

Ji niha ve ez li benda hilbijartina 31’ê Adarê me ya ku ew ê dîktatoriya qeyûman wê biçe ser sergoyan. Em hemû dizanin ku sala 2019’an sala fînalê ye ya ku em ê bigihêjin Rêbertî û Kurdistana azad û demokratîk. Ez Newrozê careke din li Rêbertî, li şehîdan, li gelê Êlihê û li hemû hemû gelên berxwedêr re pîroz dikim.”