Pêşî îşkenceya 'girêka beraz' tê kirin, piştre jî gefa kuştinê tê xwarin

Girtîgeha Tîpa T a Wanê, bi îşkenceya 'girêka beraz' ku weke rêbaza îşkenceyê ya Hîzbûllahê tê naskirin, her di rojevê de ye. Di rapora dawî ya Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê de hat ragihandin, ev girtîgeh veguheriye îşkencexaneyê.

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê her roj mafên girtiyan tên qedexekirin û hemû aktîvîteyên wan tên astengkirin. Ligel van binpêkirinên mafan jî îşkence û êrîşên li dijî girtiyan derketine asta herî jor. Di rojên dawî de ji gelek girtîgehan agahiyên xeternak tên û ev rewş hemû ewlehiya canê girtiyan a ku di bin metirsiyê de ye derdixe holê.  Her wiha li girtîgehan pêkanînên îşkenceya salên 1980 û 1990’î derketin holê û wehşeta wan salan di demên dawî de xwe dubare dike. Yek ji van binpêkirin û îşkeceyan jî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê pêk tên. Girtîgeha Tîpa T a Wanê ya ji beriya niha bi îşkenceya bi rêbaza 'Girêka Beraz' hate rojevê, niha li girtiyên siyasî gefa kuştinê tê xwarin. Endamên Komsîyana Girtîgehan a ÎHD'ê diyar kirin ku li Girtîgehên Wanê sûc li dijî mirovahiyê tê kirin û gotin, "Li girtiyan îşkenceya 'Girêka Beraz' tê kirin, gefa kuştinê li wan tê xwarin."

Beyannameyên 6 girtiyan, ku ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê re axivîn wiha ne:

'ÎŞKENCEYÊ LI ME DIKIN'

Şehmûs Bulbul: Di 06.01.2017’an ez sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatim kirin. Ez destpêkê xistin menzelek biçûk û gotin, tu yê di lêgerîna tazî de derbas bibî. Ji ber ku min lêgerîna tazî qebûl nekir, destê min kelepçe kirin û xwestin lingên min jî kelepçe bikin. Piştre 5-6 gardiyanan êrîşî min kirin û li min dan. Gardiyanekî bi situyê min girt û gardiyanek din jî xwest devê min bigre. Bi qasî nîv saetê îşkence li min kirin. Li girtîgehê gelek pirsgirêkên din ên me hene. Ez dixwazim der barê kesên îşkence li min kirine de gilî bê kirin.

'MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ FERMANA ÎŞKENCEYÊ DA'

Yakûp Gundogan: Ez û 39 girtî di 05.01.2017’an de ji Girtîgeha Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatin kirin. Li deriyê girtîgehê de belgeyek ya ku em rastî ti îşkence û heqaretê nehatine bi me dan îmzekirin. Li ser navê hûn ê werin muayînekirin, xwestin me di lêgerîna tazî de derbas bikin. Piştî ku me ev yek qebûl nekir, Midûrê Girtîgehê 'fermana îşkenceyê' da. Gardiyanên girtîgehê yek carê êrîşî me kir, li me dan û bi darê zorê em di lêgerîna tazî re derbas kirin. Di 09.01.2017’an de Rêveberê Girtîgehê hate qawîşa me û xwestin hevalê me Bilal Aydin bibin. Ji ber îşkence û derbkirina beriya niha lê hatiye kirin me destûr nedan ku hevalê me bibin. Ez dixwazim der barê kesên îşkenceya li me kiriye di aliyê hiqûqî de gilî bê kirin.

'PERSONELAN SIXÊF Û HEQARET LI ME KIRIN'

Cemal Arslan: Ez û 5 hevalên min di 05.01.2017’an de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatİn kirin. Li girtîgehê ji me re gotin, hûnê di lêgerîna tazî re werin derbaskirin. Ji ber ku me lêgerîna tazî qebûl nekir û em rastî îşkencê hatin û bi darê zorê em di lêgerîna tazî re derbas kirin. Di dema ku îşkence li me dihat kirin kesekê ji bo me dijûn kir û dest bi heqaretê kir. Her wiha Rojnameya Kurdî, pirtûk û kovarên muxalîf nadin me. Em dixwazin der barê kesên dijûn, îşkence û heqaret li me kiriye gilî bê kirin.

'DENGÊ AZARA HEVALÊN ME DIHAT'

Mujdat Gundogan: Di 05.01.2017’an de ez ji Girtîgeha Tîpa E a Sêrtê sewqî vir hatim kirin. Li dijî min ti bûyerên derbkirinê pêk nehatin. Lê belê birayê min Yakûp Gundogan û hevalên wî rastî îşkence û heqaretê hatin. Birayê min û hevalên wî ji paş de hatin kelepçekirin û hatin îşkencekirin. Deng û azara wan ya îşkenceyê min bihîst. Gardiyanek di 11.01.2017’an de hate qawîşa me û gefên 'Aqilê we neyê serê we, em ê we yek bi yek bibin û hûn dawiyê wê bihizirin' li me xwarin. Ez dixwazim der barê kesên em derbkirin, îşkence, heqaret û gef li me xwarine de di aliyê hiqûqê de tişta pêwîst bê kirin.

'BI KUŞTINÊ GEF LI ME XWARIN'

Bûrhan Şik: Ez ji meha Sibata 2016’an û vir de di girtîgehê de me. Ji 06.01.2017’an û vir de ez sewqî girtîgeha Tîpa T a Wanê hatim e kirin. Em destpêkê li menzela qebûlkirina girtîyan hatin girtin û li vir îşkence li me hate kirin û em hatin derbkirin. Dema îşkence li me dikirin, gotinên xirab ji me re hatin kirin û em rastî heqaretê hatin. Ji me re digotin em ê we bikujin. Hûn leşkerên me yên ciwan dikujin. Em ê hesabê vê yekê ji we pirs bikin. Ez dixwazim der barê van kesan de gilî bê kirin û hemû rêyên hiqûqê têkevin dewrê.

BI RÊBAZA 'GIRÊKA BERAZ' ÎŞKENCE HAT KIRIN

Recep Adiyaman: Ez di 06.01.2017’an de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatim kirin. Ev sê meh in di girtîgehê de me. Ez dixwazim pêkanîn heta niha min ne dîtinin e bi we re parve bikim. Ji beriya sê mehan li gel ku ez hatibûm emelyatkirin jî di deriyê girtîgehê de ez rastî îşkencê û heqaretê hatim. Paşê ez di lêgerîna tazî de hatim derbaskirin. Dest û lingên min kelepçekirin û li min xistin. Di menzelek biçûk de îşkenceya 'Girêka Beraz' li min kirin. Piştî lêdan û derbkirinê ez nikarim rakevim, hemû hestiyên laşên min diêşin. Ez dixwazim hiqûq bikeve dewrê û der barê van kesan de gilî bê kirin.