‘Pergala zilmê teqez dê were hilweşandin‘

Li Silêmaniyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate li darxistin.

Li Silêmaniyê Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ bi boneya 10 'ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan li parka Azadî çalakî li darxistin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ‘Azadiya Rêber Ocalan bingehê aştî û hevrejiyana gelane’ hatin hildan. Di çalakiyê de Endamê Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan Mihemed Bekir, daxuyanî xwend û anî ziman ku pergal Îmraliyê ya ku bi zilmê hatiye dorpêçkirin wê teqez were hilweşandin.

‘DI ŞEXÊ OCALAN DE GELÊ KURD TÊ ÎŞKENCEKIRIN‘

Bekir diyar kir ku 23 sal in li Îmraliyê pergala faşîzma Tirk û modernîteya sermayedar bi bê şermane û dûrî hemû nirx û exlaqê mirovahiyê tê birêvebirin. Bi domdarî Bekir wiha got: “Di şexê Rêber Abdullah Ocalan de îşkence li mirovahî û bi taybetî jî li gelê Kurd tê kirin. 23 sal in tecrîd û îşkence berdewam dike. Ev ji tê wateya ku kompoloya navdewletî berdewam dike.“

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.