Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê: 8 dagirker hatin cezakirin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de di çalakiyên gerîla de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

18'ê Gulanê li herêma Xakurkê li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo di navbera girên Lêlikan û Kevortê de çalakiya sabotajê hate kirin û wesayita zirxî hate îmhakirin. 24'ê Gulanê saet di 18:00 de dagirkerên ku bi wesayiteke din hatin enqazê wesayita îmhakirî bide hev, bû hedefa çalakiyeke sabotajê. Ev wesayit jî hate îmhakirin û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Dagirkerên ku 23'ê Gulanê hatin qada Dola Maran a li herêma Avaşînê, 24'ê Gulanê saet di 15:30'î de hewl dan bikevin çeperên şer. Hêzên me jî bi çekên nîv otomatîk derbên giran li dagirkeran dan. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man ku heta astekê xwe vekişînin.

24'ê Gulanê saet di 09:30'î de li dijî dagirkerên ku xwestin li qada Cîlo yê Biçûk ê li herêma Zapê bi pêş ve biçin, çalakiyek hate lidarxistin. Li vê derê dagirkerek hate cezakirin. Piştre li dijî dagirkerên ku xwestin li seranserê Cîlo yê Biçûk bi pêş ve biçin bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin. Şerê li vê derê heta saet 11:00 bi navberê dewam kir û dagirkerek hate cezakirin. Dİ heman demê de li qada Cîlo yê Biçûk bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de jî bi giştî 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkeran heta astekê xwe vekişandin.

24'ê Gulanê saet di 14:30'î de li herêma Zapê li seranserê Cîlo yê Biçûk, li dijî dagirkerên ku ber bi Tengava Şehîd Serxwebûn ve diçûn çalakiyek hate lidarxistin. Li çeperekê li 2 dagirkeran hate xistin. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin û çeper hate rûxandin.

24'ê Gulanê saet di 14:40'î de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Mervan ê li herêma Zapê, çalakiyeke sûîqestê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

24'ê Gulanê saet di navbera 16:30-17:00 de li Dola Konferansê ya li herêma Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Hêzên me yên YJA Starê 25'ê Gulanê saet di 08:30'î de li herêma Zapê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Mûnzûr du çalakî lidar xistin.Bi rêbaza sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Di heman demê de kamerayeke mobese ya li ser gir hate îmhakirin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ DEWAM DIKIN

Artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe li gund, bax û baxçeyên xelkê me yê li Başûrê Kurdistanê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser bombardûmanê wiha ye;

24'ê Gulanê saet di 19:50'î de balafirên şer bombe li Girê Zendûra yê herêma Metînayê barandin.

24'ê Gulanê saet di navbera 20:50-21:30'î de bi helîkopteran dagirker li ser Girê Şehîd Serxwebûn ê li herêma Zapê hate danîn.

24'ê Gulanê saet di navbera 21:00-22:10'an de li herêma Avaşînê bi helîkopteran dagirker li qadên Mervanos, Mamreşo û Dola Maran hatin danîn.

25'ê Gulanê saet di 03:00 de li herêma Metînayê, derdora gundê Mîska yê nehiya Kanî Masî hate bombekirin. Di vê bombardûmanê de xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû, zerar li dêreke xelkê me yê Xiristiyan ê li gund bû.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."