'Pêngava 1'ê Hezîranê bi berxwedana Rêbertî û şehîdan pêk hat'

Gerîlayên HPG û YJA Starê, di salvegera 13. de Pêngava 1'ê Hezîranê nirxandin û destnîşan kirin, ku mîna Pêngava 15'ê Tebaxê, Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an jî pêşî li gelek qirkirinan girtiye.

Tevgera PKK’ê li hemberî êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk yên tunekirin û asîmlasyona li ser gelê Kurd, di 1’ê Hezîrana 2004’an de biryara pêngava 1’ê Hezîranê girt. Di demeke wiha de ku hêzên navdewletî û paşverû yên herêmê digotin PKK qediya, PKK bi girtina biryara vê pêngavê re her kes xiste nava şoqekê. Ev pêngav ji aliyê PKK’ê ve weke pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ya duyemîn tê bi navkirin. Di serî de Şoreşa Rojava, desketiyên li Şengalê û çar aliyên Kurdistanê derketine holê, xwe dispêrin Pêngava 1'ê Hezîranê. Gerîlayên HPG/YJA Starê girîngiya pêngava 1'ê Hezîranê, ji ANF'ê re nirxandin. 

‘1’Ê HEZÎRANÊ BERDEWAMA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ BÛ’

Yaser Dersim: Di serî de em şehîdên 1’ê Hezîranê bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin, em ê şopdarê wan bin. Di serî de mirov dikare vê bibêje. Salên dirêj, pergala serdest digot Kurd nîn in. Heke em dûr biçin, dijminên Kurdan ên ku digotin “êdî du Kurd nayên ligel hev, me li Çiyayê Agirî Kurd binax kirin, Kurdê baş Kurdê mirî ye.” Lê dema ku mirov serkeftinên îro mêze dike, li felsefeya Rêber APO mêze bike Kurd vejandin. Di vê avakirinê de jî weke tê gotin, darekî hişk ji nû ve şîn bû, ji nû ve şaxên xwe vedan, li her derê, hem li Kurdistanê, hem derveyî Kurdistanê ev rastî pêk anî. Heke em ji salên 1984’an nêzîkatî lê bikin, di bin fermandariya hevalê Mahsun Korkmaz de, li Dihê, Şemzînan û gelek cihên din pêngava 15’ê Tebaxê hate lidarxistin. Di roja me de dema em li pêngava 1’ê Hezîranê dinêrin kêm-zêde dişibe pêngava 15’ê Tebaxê, zêde ji hev cuda nîn in. Weke şopdarê wan û milîtanên vê tevgerê, me jî li ser vî esasî dest pê kir û ketin nav tevgerekê û li gorî felsefeya Rêber APO nêz bûn. 

‘HPG ARTÊŞA ŞOPDARÊ ŞEHÎDAN Û RÊBER APO YE’

Li Herêmê qeyran û aloziyek heye, kî bi kê re çi dike ne diyar e. Her kes siyaseteke li gorî berjewendiyên xwe dimeşîne. Her kes dixwaze xwe bi hêz bike. Her kes dixwaze cihê xwe çêke. Em jî ku di Rojhilata Navîn de xwe weke xeta sêyemîn dibînin divê vê rastiyê bibînin. Em  hêzeke leşkerî, hêza HPG'ê ku artêşa şopdarê şehîdan e, li gorî vê tevbigerin. 

Ji hêla 1’ê Hezîranê ve jî mirov dikare wiha bibêje; xwedî wate û giringiyeke nêzî pêngava 15’ê Tebaxê ye. Çima? Çimkî bi dîlgirtina serokatiyê re, ji bo tevgerê, ji bo me bû heyameke nû. Mesela serokatî ji cihanê hate qutkirin û tecrîdkirin. Ev 18 sal in serokatî di nava çar dîwaran de tê girtin û polîtîkaya cîhanê ya li ser me, ku Kurdan tune dihesibîne, berovajî kir. Her kesî dît ka felsefeya Rêber APO di Rojhilata Navîn de xwedî çi bandorê ye, rolê wê dît. Lewre pergala hegemonyaya serdest, xwest Rêber APO ji holê rake. Heke Rêber APO ji holê rakin, PKK wê têk biçe, namîne. Lê paradîgmaya Rêber APO çi kir? Mafdarbûna doza me bi salan hem nîşanî dost hem jî ji dijminan da. Me milîtanên tevgerê, me jî ev rastî dît. Û li ser vî esasî me jî xwest tev bigerin. Jixwe berê jî dema serokên Kurdan dihatin girtin, tevgera wan têk diçû, bi vî awayî nêz bûn û xwestin PKK'ê tasfiye bikin. Lê belê ew bingeha saxlem a ku Rêber APO danîbû û di tevahiya tevgerê de ev dabû rûniştandin, pêşî li vê girt. Ên ku li pey kes û derdorên sexte bûn, li pey serokên sexte bûn li vî hîmê ku Rêber APO danî qelibîn. Me çi got heke jiyanek hebe wê azad be, heke serokek hebe wê Rêber APO be. Ji bilî wê nabe. PKK, tevgera Apoger wiha tev geriya û meşiya.

‘1’Ê HEZÎRANÊ BI GIYANÊ FERMANDAR ADIL, REŞÎT, ROJÎNAN BI PÊŞ KET’

Hamze Bakur 1’ê Hezîranê di demeke wiha de ku tasfiyekariya hundir û derve digot PKK qediya, êdî nikare şer bike, êdî cîhaneke cuda heye, zanistên cuda û rêbazên cuda hene û dixwestin di bin vî navî de daxwazên xwe pêk bînin, her yek li gorî xwe nêz bû, kişande aliyê xwe û digotin ev pêwîst e, tevgera me bi pêngava 1'ê Hezîranê ji nû ve xwe ji xweliya xwe afirand. Li ser hîmê 15’ê Tebaxê ev pêngav pêş xist. Di vê pêngavê de gelek fermandarên hêja ên weke hevalê Sebrî Gulo, hevalê Adil, hevalê Reşîd, hevala Rojîn hwd ji vê pêvajoyê re pêşengî kirin. Bi dehan lehengên wiha ku îro şehîd bûne, pêşengiya vê heyamê kirin. Bi pêşengiya van fermandaran  ev meş dest pê kir û dom kir. Êdî her kesî got “nexwe PKK neqediyaye, PKK heye. Ne gengaz e ku bi tasfikariya hundir û derve tune bibe.” Her kes li ser vî esasî êdî nêz bû. 1'ê Hezîranê wiha pêş ket.

‘PKK QET TINE NABE’

Niha jî heke mirov 1'ê Hezîranê bide ber hev, belkî piştî salên 2004’an gelek gavên serketî hatin avêtin. Hem di salên 2011’an, hem di sala 2012’an û piştî wê, gelek çalakî û rabûnên mezin çêbûn. Niha jî serokatî dibêje di Rojhilata Navîn de rêkûpêkirineke bê PKK'ê ne gengaz e. Lê belê dijmin her tim dixwaze bi şer çareseriyekî pêş bixe, ango PKK'ê bi şer biqedîne. Hate dîtin ku ev ne pêkan e. PKK, ev 38 sal in vî şerî dimeşîne. Tu kes bi şer xilas nabe, , ev ne gengaz e jî. Ez di wê baweriyê de me ku em ê bikaribin di pêşerojê de gavên mezintir, bersivên mezintir bidin.

‘TEVGERA ME TEVGEREKE RÊBERTIYÊ YE’

Melsa Çirav: Ev tevger eva nêzî 40 salî ye didome. Çawa ku pêngava 15’ê Tebaxê zext û qirkirina li ser gel da sekinandin; îro jî li ser gel û tevgera me êrîşên tunekirinê yên der-asayî çêdibin. Çima? Yek, bi rastî tevgera me, tevgereke Rêbertiyê ye, civakê ji xwe re dike bingeh, civakên bindest esas digire. Li ser esasên heqîqetên civakî dimeşe. Vê her tim kariye li hemberî rewşên herî metirsî jî rêyekê veke. Pêngava 1'ê Hezîranê jî mînaka vê ya berbiçav e. PKK tevgereke gel e, PKK tevgera ku rizgariya vî gelî pêk bîne û serokatî jî di asta gerdûnî de pêşengiya vê dike û tiştên ku heta niha tu kesî nekariye bike, wî bi ser xistiye. Ev bi awayekî zelal eşkere bû. Ev di hêla leşkerî de jî wisa bû. Di nav me de jî tu carî nebû sedema gumanan. Wê demê jî Rêbertiyê bi Parastina Gelekî destwerdana demê kir û heyam beralî kir. Bi vî awayî pêşî li gelek tiştên neyînî jî girt û hişt ku ew xeta fedayane ya PKK'ê bihêztir bibe.

Wê demê ne tenê dewleta tirk, hewldanên Îranê jî çêbûn, hewldana hêzên başûrî, bi taybet a PDK'ê çêbû. PDK'ê bi awayekî şênber bi çekdarî jî ligel dewleta Tirk, li hemberî tevgera me şer kir. Lê wê demê jî hêzeke esasî ya ku bi PKK'ê re, bi Serokatî re meşiyayî hebû. Heta roja me ya îro jî ev rastî wiha ye. Ne tenê wê demê piştî wê jî ev her tim domiya. Mînak ev şerê demdirêj di her heyam û demê de li gorî giyana demê pêngavên stratejîk hatin diyarkirin û li gorî wê tev geriya. Her tim xwe di taktîkê de nû kir. Tişta ku bi rastî hişt PKK gihaşt vê astê, niha HPG dikare li hemberî êrîşan bisekine û bibersivîne, ev rastî bû, ev nûjenî bû. Her tim hem di aliyê bîrdozî de, hem di aliyê rêxistinî de, di aliyê siyasî de, di aliyê leşkerî de, xwe pêş xist.

‘HPG-YJA STAR XWE DISPÊRÊ GEL’

Gelê me heta dawiyê bi tevgera me re ye. Em jî ji vê bingehê tên, HPG-YJA Star xwe dispêre gel, HPG bi giyana vî gelî, bi welatparêziya vî gelî, bi bawerî û bîrewariya vî gelî hatiye vê asta bilind, û ne tenê li Kurdistanê, di tevahiya cîhanê de bûye xeteke sor. Bi rastî jî bi vê helwesta xwe rêzdariyeke mezin afirandiye li hemberî xwe. Çimkî li dijî her êrîş û neheqiyê li ber xwe dide. Her tim di nava têkoşînê de ye. Her tim di nava nûbûnê de ye. Li ser Tevgera jinê jî, bi rastî dijmin ji têkoşîn û berxwedana jinê gelek ditirse, dike hedef. Bîrdoziya Serokatî jî xwe li ser vê rastiyê saz dike, ango li ser vê beşa civakê ya herî zêde hatî perçiqandin, pê lîstîn, pergala kapîtalîst li hemû cîhanê bi ziravî ev meşandî, jin e. Serokatî jî destpêkê weke projeya esasî bersiva wî ya ji dijmin re, bi pergala kapîtalîzmê re jî bû ev mijar. Ev bû berhemeke ku bi YAJK’ê destpê kir heta YJA-Starê, heta PAJK’ê, heta KJK’ê, hat. Ango jin hate wê astê, bû xwedî wê hêzê ku bi serê xwe bikaribe darbeyên giran li dijmin bide. Li Bakurê Kurdistanê jî di demên dawiyê de ev yek bi zelalî xuya kir. Çiqas dijmin bixwaze vê veşêre jî ev rastî bi zelalî li holê ye. Dijmin nekarî me têk bibe, em di vê yekê de zelal in û ji xwe bawer in. Em ê hewl bidin ka em ê bêtir çawa bibin layiqî pêngava 1'ê Hezîranê û bigihînin serkeftinê, jê re bibin bersiv.