Penaberên ji hemû mafan bêpar hatine hiştin: Êzidî

Êzidiyên li kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê tên girtin, tên cezakirin. Êzidî, ji ber baweriya xwe neheqî li wan tê kirin û ji mafê tenduristiyê û hemû mafên din ên penaber nikarin sûdê werbigirin.

Êzidiyên li kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê tên girtin, tên cezakirin. Êzidî, ji ber baweriya xwe neheqî li wan tê kirin û ji mafê tenduristiyê û hemû mafên din ên penaber nikarin sûdê werbigirin.

Dewleta Tirk a ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, ji sed hezaran penaberên Sûnî re malovanî kir, ew li dijî Kurdan xwedî kir, perwerde kir, tabûr ji wan çêkir û ew kir welatî. Lê li kampa Mîdyatê ku Êzidiyên şaredariyên DBP'yî lê miqate bûn li wir bi cih kir, jiyaneke mîna êsîran li ser wan ferz dike.

Hejmara Êzidiyên piştî qirkirinê hatin Tirkiyeyê bi qasî 33 hezar bû. Li cihên weke Êlih, Sêrt, Amed, Riha, Mîdyat û Nisêbînê bi cih bûn. Li kampa Fîdanlik a li Amedê, ewilî 7 hezar Êzidî bi cih bûn. Piştî ku Şengal rizgar bû, piraniya wan vegeriyan. Beşek jê jî koçî Ewropayê kir. Beşekê berê xwe da Zaxo û Duhokê.

BI QEYÛM RE HATIN ŞANDIN

Herî dawî Hezar û 29 kes li kampa Fîdanlikê ma bûn. Dewletê bi ti awayî alîkarî neda van kesan. Alîkariya madî û manewî ya ji bo Êzidiyên li vê derê, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Yenîşehîrê yên DBP'î ve dihate kirin. 24 saetan li kampan man û xwedî li wan malbatan derketin. Êzidiyên li vê derê, urf û adetên xwe yên olî bi cih danîn. Ji bo zarokan jî perwerde dihate dayin. Zarok li ser çand û baweriya xwe li dibistanan dihatin perwerdekirin. Jin li atolyeyên cuda tevlî karê hilberînê dibûn. Bi alîkariya şaredariyê, karê çandiniyê jî dikirin. Ji aliyê derûnî ve dihatin tedawîkirin.

Piştî ku şaredariya DBP'yî bi destê qeyûm hate desteserkirin, qeyûm li Êzidiyan jî hate tayînkirin. Desteka ji bo wan hate birîn, dewletê êrîşî kampê kir û piştre di destpêka vê salê de Êzidiyên li vê derê şandin kampa li Mîdyatê.

PIRSGIRÊKÊN WAN ZÊDE DIBIN

Li kmapa Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) a li navçeya Mîdyat a Mêrdînê, pirsgirêkên Êzidiyan roj bi roj zêde dibin. Êzidî neçar hatine hiştin ku li vê kampê bi kesên xwedî mejiyê DAIŞ'ê ne, bimînin. Bi vî rengî tên cezakirin. Ji ber baweriya xwe timî zext li wan tê kirin û weke penaberên asta duyemîn tên dîtin. Nikarin ji mafên penaberên din sûdê werbigirin.

HEFTEYÊ DU ROJAN DIKARIN DERKEVIN SÛKÊ

Hefteyê du rojan (Duşem û Sêşemê) dikarin derkevin sûdê. Êzidî danê sibehê li mînîbusan siwar dibin û ji kampê idçin navenda navçeyê. Li gorî derfetên xwe, tiştên dikirin bi giranî ji bo zarokan e. Ji bilî van her du rojan nikarin derkevin derve.

KAMP LI ZIYARETÊ GIRTÎ YE

Ji bo ziyareta li kampê, parlamenteran û heyetan heta niha gelek caran serlêdan kirine. Lê belê AFAD'ê ne erênî ne jî neyînî ti bersiv nedaye serlêdanan.

JI XIZMETÊN TENDURISTIYÊ NIKARIN SÛDÊ WERBIGIRIN

Berevajî penaberên ji Sûriyeyê, ku bi hev re li heman kampê dimînin, nikarin ji xizmetên tenduristiyê sûdê werbigirin. Di miayene û kirîna dermên de, neçar in 20 ji sedî yê heqê wê bi xwe bidin. Gelek malbat ji ber pirsgirêkên aboriyê nikarin biçin doktor jî.

ZAROKÊN NEXWEŞ NIKARIN EMELIYAT BIBIN

Li vê kampê, ku gemarî ye, zarok û pitik gelek caran nexweş dikevin. Zarokekî 8 salî yê li kampê, ji ber ku malbata wî nikare mesrefê bide, nikare emeliyat bibe.

JI BO MISILMANAN BELAŞ E!

Êzidiyekî bi navê N.A. yê 44 salî ku li kampê dimîne anî ziman, ku ew li kampê nikarin zêde tevbigerin, mîna çîna duyemîn tên dîtin û got, "Bi taybetî pirsgirêkên me yên tenduristiyê hene. Zarok û pitik timî nexweş dikevin. Paqijî nayê kirin. Xwarin gelekî nebaş e. Dema em nexweş dikevin, di destpêkê de em diçin cem tercûman, ew jî pirsgirêkan derdixîne û dibe asteng. Dema ku diçin cem doktor jî nikarin qala rewşa xwe bikin. Zarokên me yên biçûk timî nexweş in. Hin hene rewşa wan giran e. Di dema girtina dermanan de, yên Misilman ti pereyî nadin, lê ji me 20 ji sedî dixwazin. Ji bo nexweşxaneyê û xizmetên din pere divê, lê em nikarin bidin. Ji bo penaberên Misilman belaş e, ji bo me bi pereyan e. Ji xwe, eger pereyê me hebûya em ê çima li vir biman? Li vê derê timî zext li me tê kirin. Wezîfedar bi çavê nebaşan li me dinerin."

'EM LI ZAROKÊN XWE YÊN BIÇÛK DIFIKIRIN'

Ş.Xidir ê 56 salî yê li kampê diyar kir, personelên li kampê li şûna ku alîkariyê bi wan re bikin, zexta psîkolojîk li wan dikin û got, "Bi saya dostên li Mîdyatê pere hate komkirin û zarok du caran emeliyat bû. Pereyê ji bo derman hate komkirin, lê divê dîsa emeliyat bibe. Ev jî tê wateya pêwîstiya bi pere. Yê nexweş ne tenê ev zarok e, hemû nexweş e. Wê ji bo kîjan ji wan pere bê komkirin?  Pirsgirêka me ya herî mezin zarokên me yên biçûk in. Ji ber ku em nikarin wan baş xwedî bikin û di nava şert û mercên baş de nînin, timî nexweş dikevin. Hewl didin nifşê me biqedînin."

ZEHMETIYA LI PÊŞIYA ÎBADETÊ

Tevî hemû pirsgirêkan Êzidiyên li kampê zehmetiyan dikişînin ku îbadeta xwe bikin. Tirsa herî mezin a Êzidiyan jî avêtina ji kampê ye, lewma naxwazin pirsgirêkên xwe bînin ziman.