PENa Kurd: Bila Şukrî Zêdan bê berdan-NÛ BÛ

PENa Kurd têkildarî rojnamevan Qehremena Şûkrî ê li asayîşa PDK’ê ve hatiye destgîrkirin daxuyaniyek da û daxwaza azadkirina wî kirin.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya PENa Kurd li ser destgîrkirina rojnamevan Qehreman Şukrî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Ji desthilata siyasî û dadweriya Herêma Kurdistanê dixwazin, li gor qanûn û zagonan tev bigerin û di demekê de ku wî rojnamevanî tu tawanek nekiribe, lazim e bêmerc bê azadkirin.”

Daxuyaniya PENa Kurd wiha ye:

“Ji ber rewşa aloz û şerê berdewam li Rojhilata Navîn, binpêkirina mafê rojnamevan û kesên bi ramanên cuda ji desthilatê her ku diçe zêde dibe û rojane dibin şahidê wan binpêkirinan. Vê yekê rê li ber desthilatdaran vekirî hiştiye ku bi her awa û rêbazên ne hiqûqî rojnamevan, rewşenbîr û kesên bi ramanên cuda, ku wan weke dijberên xwe dihesibînin bêdeng bikin. Gelek caran rojnamevan û rewşenbîr ji aliyê hêzên asayîş a Herêma Kurdistanê ve rastî van bê hiqûqî û ji mafê azadiya raderbirînê bê par mane. Herî dawî di 27.06.2020’an de Qehreman Şukrî Zêdan ku rojnamevanekî serbixwe ye û hevkariya Ajansên weke ROJNEWS, kanala KNN û Stêrk TV’ê dike ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatiye destgîrkirin.

Li gorî agahîyên ku ji malbata û parêzerên wî gihaştine ber destên me roja 27.06.2020’ê de, Qehreman Şukrî Zêdan ku rojnamevanekî serbixwe ye û hevkariya Ajansên wek ROJNews û kanalên KNN û Stêrk TV’yê dike, bêyî diyarkirina tu sedeman û hebûna biryara daddgehê, li mala xwe ya li Şêladizê, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatiye binçavkirin.

Li gor agahiyên ku ji devê endamekî malbata wî hatine girtin, her çiqas gelek serlêdan hatibin kirin jî, der barê rewşa wî û sedema girtina wî de tu agahî nehatine dayîn, destûr nehatiye dayîn ku endamên malbata wî yan jî parêzerên wî hevdîtinekê pê re çêbikin.

Em weke Navenda PENa Kurd bi erka xwe dizanin, bi her awayî piştevaniya azadiya xwederbirîna ramanî dikin û ji desthilata siyasî û dadweriya Herêma Kurdistanê dixwazin ku li gor zagon û yasayan tevbigerin û di demeke kin de der barê rewşa Qehreman Şukrî de raya giştî agahdar bikin û heke tu tawanek nekiribe, bê şert û merc, demildest wî azad bikin."