PDKê welatparêzê bi navê Gungor Alp dersînor kir
Li Hewlêrê hêzên asayîşa PDK’ê welatparêzê bi navê Gungor Alp ê ji Bakurê Kurdistanê dersînor kir.
Li Hewlêrê hêzên asayîşa PDK’ê welatparêzê bi navê Gungor Alp ê ji Bakurê Kurdistanê dersînor kir.
Endamê HDP’ê Gungor Alp ê ku ji ber dozên li wî hatine vekirin û koçî Başûrê Kurdistanê kiribû li Hewlêrê ji aliyê asayîşê di 10’ê Kanûnê de ji Hewlêrê hate derxistin.
Gungor Alp ê ku ji ber dozên li wî hatine vekirin nikare vegere Qersê 9 sal in li Hewlêrê dijiya. Alp diyar kir ku rayedarên Hewlêrê destûra rûniştinê nedane wî û bi hinceta îkameya wî tune bi darê zorê ji Hewlêrê hatiye derxistin.
Alp diyar kir di 10’ê Kanûnê ji aliyê hêzên asayîşa Sefîn-2 û muxtar bi darê zorê hatiye derxistin.
Alp bal kişand ser vî tiştî ku ew hatiye Silêmanî û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Silêmanî bangî wî kirine û wê demek şûnde bicivin.
Gungor Alo wê îro saet di 12.00’an e li Parka Dayik a Silêmanî daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Hêzên asayîşa Hewlêrê di 23’ê Mijdarê de Hasan Kaçar ê HDP’î jî tevî malbata wî, dersînor kiribû.