PDK û YNK li ser destgîrkirinên li herêmê hevdu sûcdar dikin

Piştî ku PDK’ê destkarî li dosyaya êrîşkariya li ser Xalib Mihemed kir û şûnde, Hevserokê YNK’ê Lahûr Şêx Cengî peyamek tund da Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û diyar kir ku Barzanî baweriya xwe ji dest daye.

Piştî ku duh ragihandina YNK’ê ragihand ku sê kesên dezgeha Parastinê ya ser bi PDK’ê Celal Sedîq, Seîd Delak û Arî Arif Ehmed ên ji sûcê êrîşkariya li ser Dr.Xalib Mihemed hatine destgîrkirin û şûnde, çapemeniya YNK'ê bi xwe ragihand ku ew 3 kes li ser zextên PDK’ê îro hatine berdan.

Hevserokê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) têkildarî mudaxelekirina karê dadgehê peyamek tund raberî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û got: “Ji bo te dibêjim ku; te bi temamî bawerî û îtîbara xwe ji dest da.”

Şêx Cengî li ser hesabê xwe yê fermî ya Twîtterê peyama xwe belav kir û ev got: “We mudaxeleyî karê dadgehê kiriye ku her sê kes bên azadkirin û dixwazin dosyayê binixumînin. Ji bo wê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li vir ji bo te dibêjim ku te bi temamî bawerî û îtîbara xwe ji dest daye.”

Şêx Cengî bi domdarî got: “Her ew hikûmet e bû ku ji bo 5 çalakvanên siyasî yên Behdînanê gotibû ku divê kes destkarî li karûbarên dadgehê nekie, ji bo çi heman hikûmet bi eşkereyî daxwaza azadkirina 3 fermandarên dezgeha îstixbaratê ya herêmê dikin ku ji sûcê dosyaya êrîşkarî ya li ser Parlementer Xalib Mihemed hatibûn destgîrkirin.”

Peyama Hevserokê YNK’ê Lahûr Şêx Cengî di demekê de ye ku kadroyên wan li Behdînan û Hewlêrê hatin destgîrkirin, rê li ber nakokiyan di navbera PDK û YNK’ê de derkevin, hate dayîn. PDK jî bi ragihandina xwe berdewam êrîşî Şêx Cengî dikin û ji dehan sûcî tewanbar dike.