PDK li sînorê Qesrê û Wartê nûqteyan çêdike

Hêzên ser bi PDK’ê hêzekî nû ya leşkerî ji bo Çoman û Rewandûzê şand, li sînorê Wartê û Qesrê jî hêz bicih kirin.

Di çend rojên dawiyê de PDK’ê hêzek zêde ya leşkerî şandiye bajaroka Çoman û Rewanduzê. Niha PDK van hêzan li sînorê bajaroka Qesrê û Wertê li ser girên bilind û çeperên di dema şerê navxweyî de bicih dike.

PDK di çarçoveya siyaseta xwe ya şerxwaz de ev demeke hêzek zêde li gel çekên giran derbasî sînorê bajaroka Rewanduz û Çomanê dike. Niha jî PDK van hêzên xwe li sînorê bajaroka Qesrê û Wertê yên ser bi Rewanduzê bicih dike. PDK li ser girên bilind çeperan çêdike û çeperên ku di dema şerê navxweyî de çêkiribû, ji nû ve nûjen dike.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine, cihên ku PDK’ê li sinorê bajaroka Qesrê hêzên xwe lê bicih kirine û çeperên nû lê çêdike navên wan wihane; Çiyayê kulîtar, Girê Mayne Sor û Girê Xanulan.

Li sînorê bajaroka Wertê jî cihên ku PDK’ê hêzên xwe lê bicih kiriye û çeperan lê çêdike evin; Şaxî Gewre, Zincîre çiyayê Direbî, Zînî Wertê û Kêle ne.