'PDK'ê beşek aliyên siyasî yên Kerkûkê li Hewlêrê kom kir'

Ji bo hilbijartina waliyê Kurd û çareserkirina beşek ji pirsgirêkên Kerkûkê PDK destûr nade hin endamên meclîsa parêzgeha Kerkûkê. Lê beşek ji aliyê siyasî yên Kerkûkê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên bajêr li Hewlêrê kom kir.

Duh (30'ê Kanûnê) li bajarê Hewlêrê beşek ji aliyên siyasî yên Kerkûkê li Hewlêrê bêyî Tevgera Azadî, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK), Tevgera Goran û Komela Îslamî civînek li dar xist.

Têkildarî civîna li Hewlêrê Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Komel Sermend ji ANF'ê re axivî û got; "Ji bo beşdarbûna civînê bang li me nehate kirin, lê haya me jê heye ku bi pêşengiya PDK'ê beşek ji partiyan li Hewlêrê civiyane. Li gorî me pirsgirêkên bajarê Kerkûkê pêwîste li Kerkûkê werin çareserkirin. Em beşdarî ti civînan nabin ên ku li derveyî Kerkûkê werin lidarxistin."

Sermend bi domdarî got; "Di civînên beriya niha de me ragihand ku bi komnebûna meclîsa parêzgehê re pirsgirêk çareser nabin. Ji bo hilbijartina walî jî me ji PDK Û YNK'ê re ragihand ku beşek ê pirsgirêkan hûn in û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê civînek bê lidarxistin."

Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Komel Sermend herî dawî got; "Eger em bizanin ji bo danûstandinên hizbî wê civîn were lidarxistin, em beşdarî tu civînan nabin. Em Tevgera Azadî ku eger ev rewş weke xwe ma, projeyên me yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hene. Li gorî me dewama civînan bê kirin baş e ji bo nêzîkbûna aliyan. Li ser mijarê me bi Tevgera Goran û Komala Îslamî ya Kurdistanê re peywendî çêkir, lê ne amade bûn ku tu agahiyekê li ser civînan bidin."