PDK çûna zanîngehê li dijî ciwanan dike gef

Asayişa PDK’ê li navçeyên Berdereş, Daretu û gundê Bawan xwendekar û hemû ciwanên alîgirên YNK’ê, Komel û Yekgirtû Îslamî, bi rêya muxtaran tesbît dikin û derbasbûna wan a zanîngehê asteng dikin.

Asayişa PDK’ê bi rêya muxtaran li navçeyên Berdereş, Daretu û gundê Bawan ên Hewlêrê, dest bi çavdêrî û komkirina agahiyan li ser ciwanên nêzî YNK’ê Komel û Yekgirtû İslamî kiriye. Muxtar piranî agahiyan derbarê wan ciwanan ku dibistana Amadeyî (Lîse) xilas kirine û tevlî ezmunên zanîngeh û peymangehê bûne, kom dikin. Ji bo ku navên wan li zanîngeh û peymangehan derkeve rêgiriyê dikin û ciwanan neçar dikin ku an bibin endam, an jî bibin alîgirên PDK’ê.

Ji rêveberên Komeleya Xwendekarên YNK’ê ku nexwestin navê xwe bidin, ên ji rojnameya “Jiyan” re ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike axivîn de ev tişt gotin: “PDK her sal vê rêbazê ji bo tirsê bixe nava xwendekaran belav dike. Lê ji ber hebûna sîstemekî diyar a wergirtina xwendekaran li zanîngehên Herêma Kurdistanê heye, PDK’e nikare vê daxwaza xwe tam bi cih bîne.’’

Çavkaniyekî cuda ya ji Komeleya Xwendekaran ku nexwest navê xwe eşkere bike, got PDK ew beşên hilbijartî û pile bilind ên li zanîngeh û peymangehan weke beşên hiqûq, siyaset, aborî, tenduristî hwd, dest datîne ser û xwendekarên alîgirên xwe têde bi cih dike.”