Paylan: Heke qirkirinê qebûl nekin, ev sûc wê timî dewam bike

Paylan bi bîr xist ku 103 sal in Qirkirina Ermenan hê nehatiye qebûlkirin û got, "Heta ku em demokratîk nebin ji bo ku em sûcan bikin em ê li benda dora xwe bin. Duh Ermen bûn, Elewî bûn, îro Kurd in û sibe dibe ku Tirk an jî civakeke din be."

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Garo Paylan ku Ermen e, di salvegera 103'an Qirkirina Ermenan de ji ANF'ê re axivî.

‘ÎNKAR EV 103 SAL IN DIDOME’

Paylan bi bîr xist ku beriya bi 103 salan nêzî 250 nivîskar, rewşenbîr, nûçegihan bi operasyonekê sirgûnî Enqereyê, Çankiriyê hatin kirin ku ev destpêka Qirkirina Ermenan tê qebûllkirin. Paylan diyar kir ku piştre bi bi ‘yasaya tehcîr’ê gelê Ermen ji xaka Osmanî hatine hilqetandin û got, "Bi vê polîtîkayê hebûn û şopa çandî ya civakekê hate tinekirin. Piştre bi polîtîkayên înkarê ev 103 salan domandin. Heke Tirk bi vê bobeletê re hevrû bibûna bi baweriya min wê ev çend komkujî, qirkirin û êş nebûna. Ji ber ku hevrû nebûna û dewam dikin vê rê li ber sûcên nû vekiriye."

‘DUH ERMEN Û ÎRO KURD’

Paylan rewşa niha şibande ya dema Qirkirina Ermenan û got "Beriya bi 103 salan mesele Ermen bûn. Sedema ku daxwaza wan a wekheviyê nehate qebûlkirin ev bû. Niha heman polîtîkayê li ser Kurdan dikin. Vîn û daxwaza azadiyê ya Kurdan nayê qebûlkirin. Polîtîkayên îmha û înkarê didomînin."

‘AKP ÎDEOLOJIYA MHP’Ê DIDOMÎNE’

Paylan bi berdewamî gotina Wezîrê Tirk Mahmût Esat Bozkurt ê dema qirkirina Ermenan bi bîr xist,ku gotibû, ‘’Ev der dewleta Tirkan e. Ên ku ne Tirk bin ne xwedî mafekî ne. Tenê mafekî wan heye, ew jî ew e ku bibin kole’’ û got ev hişmendî hê jî didome.

Paylan got heke bi Qirkirina Ermenan re hevrû bibin ev ê were maneya ku nikaribin berdewam soza Bozkurt bînin û got, MHP di vê babetê de zelal e, heke MHP qirkirina Ermenan nas bike, guh bide daxwazên maf û azadiyê ya Kurdan ev tê maneya ku îdeolojiya MHP’ê têk çûye û got, "AKP ev 13 sal in îdeolojiya MHP’ê didomîne. Tekane daxwaza MHP’ê ew e ku qirkirina Ermenan nas neke, daxwazên Kurdan nas neke û biçewisîne. Ji bo vê jî niha em ji dadmeniyê pir dûr in. Lê em HDP bi têkoşîna xwe hem ji bo tiştên ku dema bihurî hatine jiyîn û hem jî ji bo yên dema niha daxwaza dadmendiyê dikin."

‘DEMOKRATÎKBÛN JI BO HER KESÎ GIRÎNG E’

Paylan bi bomdarî got: "Demokratîkbûn ne tenê ji bo Kurdan û ji bo Ermenan, ji bo Tirkan jî girîng e. Hişmendiya ku mafê Kurdan nas nake, bi bobelata Ermenan re hevrû nabe mafê Tirkan jî desteser dike. Bi biryarnameyan dest li ser nan û azadiya wan datîne. Ji bo vê jî fikra azadiyê yekere ye. Ya girîng demokratîkirina vê hişmendiya hov a dewletî ye. Heta ku em demokratîk nebin ji bo ku em sûcan bikin em ê li benda dora xwe bin. Duh li Ermen û Elewiyan kirin, niha li Kurdan û sibe wê li Tirkan û gelên din bikin."