ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

- Çalakiyên ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê tên lidarxistin, wê bên şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Di 9’ê Cotmeha 2019’an de bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hate dagirkirin. Di vê pêvajoyê de nêzî 150 hezar kes neçar man koç bikin, Reca Eddo Mistefa û keça wê Xanim Hisên jî ji wan kesan bûn.

- Sultan Yaray wiha got: “Ji bo azadiya Birêz Ocalan divê em têkoşîneke topyekûn bimeşînin. Yek ji qadên ku em bikarin bi rengekî herî baş vê têkoşînê lê bînin ziman, wê ev mîtîng be. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê mîtîngê.”

- Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan diyar kir ku li dijî girtiyên ji Rojava kiryarên xirap û cihêkarî bi awayekî sîstematîk dewam dike.

- Pisporê qada teknolojiyê Aso Wehab anî ziman ku teknolojî bandorê li ser nasnameya neteweyî û ramanê dike û got: “Bikaranîn û gerîna li ser medyaya dijîtal bûye sedem ku nasnameya neteweyî lawaz bibe, di bingeha xwe de armanca van saziyên wiha jêbirina ramanan e.”