Sultan Yaray: Tevî qedexeyê jî em li Amedê di Mîtînga Azadiyê de bên ba hev

Sultan Yaray got: “Ji bo azadiya Birêz Ocalan divê em têkoşîna topyekûn bimeşînin. Yek ji qadên ku em bikarin bi rengekî herî baş vê têkoşînê lê bînin ziman, wê ev mîtîng be. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê mîtîngê.”

MÎTÎNGA AZADIYÊ

Bi banga DEM Partiyê 13’ê Cotmehê wê li Amedê “Mîtînga Azadiyê” bê lidarxistin. Xebatên mîtîngê li gelek bajaran didomin. Tevî biryara qedexeyê ya walî jî, xebat tên domandin û li bajêr kelecaniyeke mezin heye. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray têkildarî mîtîngê axivî.

Sultan Yaray destnîşan kir ku tevî biryara qedexeyê jî ew ê 13’ê Cotmehê bi hemû gel re li qadê bin. Yaray bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û diyar kir ku yê ku aştiyê pêk bîne, Abdullah Ocalan e.

Sultan Yaray qala qedexeya walîtiyê ya 5 rojan û got: “Destûra mîtîngê hatiye girtin û xebata wê jî tê meşandin. Biryara qedexeyê ya hatî dayîn, kêfî û siyasî ye, ti hincetên wê yên hiqûqî nînin. Em qebûl nakin ku mafê me yê demokratîk bê astengkirin. 13’ê Cotmehê çi dibe bila bibe, em ê li qadan bin. Daxwaza me ya destpê bidawîbûna tecrîdê ye.”

TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN A LI DIJÎ TECRÎDÊ

Sultan Yaray ev tişt jî bilêv kir: “Desthilatdarî bi gelek rêbazên mîna asîmîlasyona çand û ziman, hişbir û fûhûşê, talan ekolojîk û êrîşa li ser dîrokê hewl dide destkeftî û nirxên me tune bike. Hingî ku tecrîd kûr dibe, hilweşîna civakî jî kûr dibe. Li dijî vê yekê divê em xwe rêxistin bikin û ji bo azadiya Birêz Ocalan, têkoşîneke topyekûn bimeşînin. Yek ji qadên ku em bikarin bi rengekî herî baş vê têkoşînê lê bînin ziman, wê ev mîtîng be. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê mîtîngê.”