Partiyên Kurdan ên Iraq û Başûrê Kurdistanê lîsteyeke hevpar ava kirin

Neh partiyên siyasî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê wê bi navê ‘Hevpeymana Kurdistanê’ bi lîsteyeke hevpar têkevin hilbijartina herêmî.

Li Hewlêrê 9 partiyên Başûrê Kurdistanê têkildarî hilbijartinên meclîsên parêzgehên Iraqê ku biryare 1'ê Nîsana sala 2020'an pêk were civiyan. Civîna 9 aliyên siyasî bi dawî bû û daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

Di civînê de biryar dan ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartina parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyale bibin. Her wiha li ser navê lîsteyê jî li hev kirin. Wê navê lîsteyê 'Hevpeymana Kurdistanê' be.

Serokê Meclîsa rêveberiya PDK’ê a li Hewlêrê Kakemîn Necar di daxuyaniyê de axivî û got; “Hemû aliyan li ser yek lîsteyê beşdarî hilbijartina parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyale li hev kirin. Hemû alî nêzîkê hev in û divê heya dema hilbijartinên Kerkûkê û parêzgehên din rewş asayî bibe û desthilatiya ewlariyê ji bo polîsên federal bê dayîn. Ger em baregehên xwe li wan herêmên tevlî hilbijartinê bibin venekin jî, em ê tevlî hilbijartinê bibin. Em hemû piştgiriya vê lîsteyê dikin. Wê civînên me dewam bikin û em ê li ser xalên din jî li hev bikin.”

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Sedî Pîre jî got ku yasaya hejmara 140 a sala 2019’an, xwedî pirsgirêke û yasayek ji bo kêmkirina hebûna Kurdistaniyan a li herêmê û kêmkirina hejmara kursiyan e. Pîre got ku ji bo ti dengekî Kurdan vala neçe, biryar dane bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinê bibin.

Pîre di dawiyê de got ku hemû kom û rêxistin dikarin tevlî lîsteyê bibin û wê piştre li ser logoyê jî lihevkirinek çêbibe.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Hizba Komunîst, Komeleya Îslamî ya Kurdistan, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê û Bizûtneweya Îslamî beşdarî civînê bibûn.