Partiyên Kurd ên Kerkûkê: Azadiya Ocalan çareseriya Kurd e

Beşek ji partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê piştewaniya kampanya ‘Ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî’ kirin û gotin,“Azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya çareseriya doza Kurd e.”

Piştî pêngava “Bes e tecrîd, faşîzm û dagirkerî, dem dema azadiyê ye” ji hêla KCK'ê ve hate ragihandin li her cihê ku Kurd hene, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pey hev çalakî tên lidarxistin.

Partî û aliyên siyasî yên bajarê Kerkûkê jî piştewaniya xwe ya ji bo pêngavê nîşan dan û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî xwestin.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şaxa Kerkûkê Komel Sermed derbarê kampanya ‘ji Ocalan re azadî’ ji ANF’ê re axivî û ragihand: “Em wek partiyeke Kurdî li bajarê Kerkûkê haya me ji kampanyayê heye ku li seranserê Kurdistan û piraniya welatên Ewropayê hatiye ragihandin. Em bawer in ku beşekî mezin ji doza Kurd dikare bi rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bê çareserkirin. Azadkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd gaveke girîng e ji bo çareseriya doza Kurd.”

Sermed her wiha bal kişande ser helwesta Tevgera Azadî ya li beramberî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora wî ya li ser doza Kurd û wiha pê de çû: “Em Tevgera Azadî li Kerkûkê di vê baweriyê de ne ku mifteya çareseriya beşekî mezin ji pirsgirêka Kurd bi azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Eger niyeta dewleta Tirk ya çareserkirina pirsgirêka Kurd hebe divê pêşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berde.''

Rêveberê Komîteya Parêzgeha Kerkûkê ya Partiya Şûî ya Kurdistanê Bextiyar Mihemed jî derbarê kampanyayê axivî û diyar kir, “Em Partiya Şûî di wê baweriyê de ne ku birêz Ocalan yek ji pêşengên diyar yê tevgera rizgariya Kurdistanê ye û di dîroka tevgera rizgariya Kurdistanê de yek ji rêberên diyar e. Ji niha ve birêz Ocalan bi şêweyekî ne adil li girtîgehê de ye. Em bi berdewamî tekez dikîn ku pêwîst e birêz Ocalan azad bibe û pirgirêka Kurd bi rêya diyalog û gotûbêjê were çareserkirin.”

Mihemed li ser bandora azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tekez kir û got, “Her hewildanek ya ji bo azadkirina birêz Ocalan wek karekî baş dibînîn û piştgirî dikin. Em Partiya Şûî di wê baweriyê de ne ku azadkirina birêz Ocalan dibe beşekî girîng ji çareserkirina aşîtiyane ya doza gelê Kurd.”

Dîsa Endamê Rêveberiya Eniya Demokratîk a Gel Aram Kerkûkî jî nêrîna xwe ya derbarê kampanyayê parvekir û wiha axivî: “Em Eniya Demokratîk a Gelê Kurd piştgiriya kampanya azadî ji bo birêz Ocalan dikin û gaveke girîng dibînîn. Birêz Ocalan hemû jiyana xwe ji bo gelê Kurd feda kiriye û piştre di pêvajoya Îmraliyê de jî bi rêya pirtûk û nivîsên xwe ve gaveke girîng ji bo pêşxistina hizra konfedralîzma demokratîk ji bo gelê Kurdistanê û hemû gelên herêmê avêt. Ya dikeve ser milê me Kurdan ew e ku ji bo xwedî li birêz Ocalan derkevîn, xwepêşandanên milyonî pêkbînîn.”

Kerkûkî bi wan gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heya ku birêz Ocalan azad nebe, Kurd azad nabin. Ji ber ku dijminê Kurdan bi girtina birêz Ocalan ew peyame da Kurdan ‘eger hûn daxwaza maf û azadiya xwe bikin vê çarenûsa we wê weke ya birêz Ocalan be.’ Em di wê baweriyê de ne ku azadkirina birêz Ocalan azadkirina gelê Kurd e. Heya ku birêz Ocalan azad nebe gelê Kurd jî di wê qonaxê de vê negihîje mafên xwe.”