Parlamenterê Goran: 2 milyar dolarê ku ji petrolê tê xuya nakin

Parlamenterê Tevgera Goarn Elî Heme Salih got, 2017’an li Başûrê Kurdistanê 2 milyar dolarên ku ji firotina petrolê hatine xuya nakin.

Parlamenterê Tevgera Goran Elî Heme Salih got, meha 8’an a 2017’an 2 milyar dolar ê ji hatina petrolê winda bûne.

Salih belgeyeke fermî ya şîrketa petrolê ya Iraqê SOMO’yê li ser hesabê xwe yê Facebookê par ve kir û derbarê hatin û çûna petrolê ya Başûrê Kurdistanê ya di navbera 1’ê Çile ya 2017’an û 22’yê Tebaxa 2017’an de agahî dan:

"Li Herêma Kurdistanê ji sersalê heta 22’yê Tebaxê, di 8 mehan de 125 milyon warîl petrol hatiye firotin. Dema ku mirov mesrefa hazirkirina petrolê û neqlê jê derdixe ku bihayê warîlê 51 dolar e, serê warîlekî 40 dolar dimîne. 125 milyon warîl petrol 5 milyar û 24 milyon dolar dike. Ji sersalê û heta niha di 8 mehan de 6 caran mehmiza karmendan hatiye dayin. Van 6 caran jî mehmiz nîvî dan. Tevahiya van mehmizan 3 milyar dolar dikin. Nayê zanîn bê ka 2 milyar û 24 milyon dolarên dî çi bi wan hatiye. Di vê babetê de hikûmet xwe kerr dike."

Salih got hatina herêma Kurdistanê mehê 170 milyon dolar e û çi bi van pereyan tê ne diyar e.