Parlak: Em ê li her qadê têbikoşin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak anî ziman ku armanca Meşa Azadiyê û çalakiyên wan misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji Wan û Qersê hatiye destpêkirin, didome Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak diyar kir ku gelê Kurd daxwaz dike ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê tehşîrkirin û got: “Em ê daxwazên gel pêk bînin û heta bi ser bikevin wê çalakiyên me bidomînin.”

‘WELAT BI REJÎMA TECRÎDÊ TÊ RÊVEBIRIN’

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak der barê “Meşa Mezin a Azadiyê” û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî. Parlak diyar kir ku nêzî salvegera Komploya 15’ê Sibatê dibin û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan bi Komployeke Navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Ji wê demê û vir ve Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Hem mafên wî yên hiqûqî hem jî mafên mirovan hatine girtin. Tecrîd di van 8 salên dawî de her roj girantir dibe. Mafên bingehîn ên Destûra Bingehîna darbeyê jî nas nakin û bi vî awayî Destûra Bingehîn ji holê rakirine. Welat bi rejîma tecrîdê bi rê ve dibin. Li dijî tecrîda ku ji zindanan dest pê kiriye û li tevahiya civakê belav bûye, di serî de li Îmraliyê li hemû zindanan berxwedaneke mezin tê meşandin. Tecrîd bi temamî tê wê wateyê ku gelê Kurd bê rêber bihêlin, mafên wan ên demokratîk nas nekin. Daxwaza aştiyê ya gelê Kurd bi polîtîkayên şer tê bersivandin. Ji ber Rêberê Gelê Kurd bi paradîgmaya danîye holê pêşengiya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike, vê tecrîda girankirî dimeşînin.”

‘OCALAN LI CÎHANÊ AKTOREKÎ GIRÎNG E’

Parlak got ku di pêvajoya çareseriyê de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e û wiha dewam kir: “Piştî pêvajoya çareseriyê dixwazin civak negihêje fikrên wî û hewl didin tola jê hilînin. Bi vî awayî peyamê didin bi milyonan kesên ku aştiyê dixwazin. Tevgerên li dijî tecrîdê li hemû cîhanê bi xurtî dewam dikin û em tevî rêveber, nûner û gelê xwe beşdarî meşa azadiyê ya ku di salvegera komployê de bi pêşengiya saziyên demokratîk hatibû destpêkirin, bûn. Em nûnerên gel in û ji gihandina daxwazên gel di qada siyasî de berpirsyar in. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan her tim bûye rojeva sereke ya gelê me. Armanca Meşa Azadiyê û çalakiyên me misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo dawî li şer û krîzên ku li Rojhilata Navîn bûne sedema mirina bi sed hezaran mirovan jî pêşniyarên çareseriya demokratîk dike. Ji ber van ramanan ne tenê li Rojhilata Navîn, li cîhanê jî aktorekî girîng tê dîtin.”

‘EM Ê BIGIHÊJIN ARMANCA XWE’

Parlak anî ziman ku wê meşên azadiyê bi ser bikevin û got: “Di serî de Meşa Azadiyê û hemû çalakî û xwepêşandanên me ne ji rêzê ne, ji bo em encamê bigirin tên lidarxistin. Weke ku tê zanîn li zinadanan 3 meh in di grevên birçîbûnê de ne û nobetên edaletê yên Dayikên Aştiyê didomin. Armanca me azadiya Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê gav bi gav bigihêjin ev herdu armancên xwe yên bingehîn. Heta ku em van armancan pêk bînin em ê li her qadê û bi her awayî têkoşîna xwe bidomînin.”