Parka Kocaeliyê ji qeyûm re dixebite

Parka Kocaeliyê ku piştî erdheja Wanê hate çêkirin, ji bo qeyûm bûye derfetekî jêxwarinê.

Piştî erdheja 2011'an a li Wanê, saziyên ji hin bajaran hatin li Wanê hin dibistan û park çêkirin. Yek ji van parkan ji aliyê Îdareya Taybet a Bajarê Wanê ve hate pejirandin û çêkirin. Parka bi navê 'Bira Biratiye' ji aliyê Îradeya Taybet a Bajarên Kocaelî û Wanê ve hate çêkirin. Lê belê piştî ku qeyûm dest danî ser şaredariyê, li parkê jî hin guhertin çêkir. Bi telîmata Waliyê Tirk Mûrat Zorlûoglû ku weke qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate tayinkirin, li parkê restoran û cafe hatin çêkirin. Parka Kocaeliyê ku weke parkekê hate çêkirin, veguherandin kargehekê. Yek ji şirîkên 'kargehê' jî namzetê AKP'ê yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê qeyûmê berê Mûrat Zorlûoglû ye. Zorlûoglû ku wextekê Waliyê Xarpêtê bû, berpirsyariya parkê jî da hevsera xwe Sevtap Zorlûoglû.