Parêzeran serdana Malbata Şenyaşar kir

OHD û TOHAV'ê serdana Malbata Şenyaşar kir, ku ji bo edaletê li ber xwe dide.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, 95 roj in ji bo edaletê li ber xwe didin. Malbata Şenyaşar îro serê sibehê hate ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiyê kir.

Serdanên ji bo malbatê jî dewam dikin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ên ji Navenda Giştî, ji Nûnertiyên Wan, Stenbol, Amed, Riha û Dîlokê, her wiha endamên Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) li ber edliyeyê serdana malbata Şenyaşar kirin. Hevserokên OHD'ê Îlknûr Akcan û Bunyamîn Şeker jî di nav de gelek parêzer di dema serdanê de amade bûn.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji ber serdana heyetê spasiya wan kir û got, "Em bi hêza ji piştgiriya we ya hiqûqî werdigirin li ser piyan e."