Panela li Silêmanî: Hin weşan dagirkeriyê rewa dikin

Li Silêmaniyê panelek hate kirin û hate diyarkirin ku hin saziyên çapemeniyê dagirkeriya dewleta Tirk meşrû dikin.

Partiya Hizbî Zehmetkêşan li Silêmaniyê derbarê welatparêzî û peywirên li dijî dagirkeriyê panelek li dar xist.

Rêveberê Partiya Hizbî Zehmetkêşan Bextiyar Dirêj di panelê de axivî û bal kişand ser êrîşên li ser Kurdistanê. Dirêj got: “Divê çapemenî destûrê nede qetlîaman.”

Dirêj diyar kir dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên wekî DAÎŞ û Nûsrayê êrîşan dike û ji ber bêdengiya wan nerazîbûn nîşanî raya giştî ya navneteweyî da.

Dirêj bal kişand ser vî tiştî ku hin saziyên çapemeniyê ji bo rewakirina dagirkeriyê hewl didin.

Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyê Hewjîn Mele Emîn jî got: “Peywirên exlaqî û welatparêziyê yên çapemenî û medyayê heye lê hin saziyên çapemeniyê ji dêvila ku vê peywirê bi cih bînin, roleke bazirganî dilîzin. Divê gel li hemberî vî tiştî bêdeng nemîne. Divê gel ji van saziyan bawer neke.

Beşdaran diyar kirin hin saziyên çapemeniyê hewl didin nerazîbûna gel kêm bikin û dixwazin dagirkeriyê rewa nîşan bidin.”