PAJK: Siyaseta komploya navneteweyî têk çû

Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyaniyek weşand û got, siyaseta komploya navneteweyî têk çûye.

Di destpêka daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê de berxwedana Îmraliyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin, di şexsê şehîdên çalakiya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî hatin bîranîn û ji bo afirandina jiyan û welatê azad soza serketinê hate dayin.

Koordînasyona PAJK'ê, komploya li dijî Ocalan weke darbeyeke binketî bi nav kir û got, "Komploya 15'ê Sibatê ji bo pêşîgirtina li mezinbûna têkoşîna azadiyê ya li Kurdistan û gelemperiya Rojhilata Navîn hate kirin."

PAJK'ê diyar kir ku gava destpêkê ya li Kurdistanê hate avêtin, pêngava azadiyê bû û komplo jî li dijî vê pêngavê hate kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêberê me ji roja destpêkê ve bi ked û hewldaneke mezin, bi pêngavên azadiyê têkoşîn xurt kir. Êrîş û komployên gengaz ên li dijî têkoşînê ji berê ve dît û li gorî vê yekê rêxistinbûn û hişmendiyeke têkoşînê afirand."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, hêzên komploger ê li pêşberî berxwedana Rêberê me têk çûn, ji bo armanca xwe bi ser bixînin van salên dawî bi kiryarên herî qirêj û şerê hovane komployê li ser tevahiya Kurdistanê digerînin.

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku ji ber vê yekê bi rengekî bê perwa êrîşî her devera welêt dikin û got, "Tevahiya gelê me bi taybetî jî jin, hêzê ji berxwedana dîrokî û bi rûmet a Rêberê me ku xeleka komployê parçe kiriye werdigirin û ji bo parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe dest bi Şerê Gel ê Şoreşgerî kirin."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser şer û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya bi pêşengiya gerîla, serketina Kobanê û şoreşa gel û jinan a li Rojavayê Kurdistanê û hate gotin, "Jin û gelê me yê li Efrînê ku di xeta Zîlan de ji bo parastina ax û welatê xwe yê azad şer dikin û li ber xwe didin, bi biryar in ku komployê pûç bikin. Her derba li dijî pêngava azadiyê tê têkbirin, pêngavên me yên azadiyê jî mezin û berbelav dibin. Dayikên me yên Efrînî bi vê bîr û baweriyê, bi baweriya ji serketinê û serbilindiya berxwedana xwe li dijî hêzên komploger têdikoşin. Şerê gel ê şoreşgerî yê li Efrînê, têkoşîna li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bûye mezintir dike. Îdeolojiya me ya azadiyê, felsefeya me û rêxistinbûna me bûye perspektîf û hêviya azadiyê ji tevahiya mirovahiyê re."

Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir ku siyaseta komployê hatiye têkbirin û got, "Di salvegera 20'an a têkoşîna dijî komployê de em careke din dibêjin; siyaseta komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hatiye têkbirin."

Di dawiya daxuyaniyê de şerê gel ê şoreşgerî baweriya serketinê afirandiye, ev ruhê serketinê li her devera Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê wê belav bibe û serketinê mayinde bike.

PAJK'ê got, "Li Kurdistan û Rojhilata Navîn dem dema serketinê ye. Azadî û serketina me wê bi azadiya Rêberê me mayinde bibe."