PAJK: Çalakiya hevrê Zulkuf meşaleya ronahiyê ye

PAJK: Di rojên beriya Newrozê de çalakiya hevrê Zulkuf a wekî ya Mazlûm Dogan, meşaleya ronahiyê ye,ya ku qet venamire.

Koordînasyona PAJK’ê derbarê Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê çalakiyeke fedaî kir, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“ Li zindanan bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê didomînin. Vê çalakiya berxwedanê ya ku heval Leyla Guven daye destpêkirin, bi çalakiya heval Zulkuf Gezen bû bangeke mezin.

Di rojên beriya Newrozê de çalakiya hevrê Zulkuf a wekî ya Mazlûm Dogan meşaleya ronahiyê ye,ya ku qet venamire. Çawa ku agirên li serê çiyayan hatibû vêxistin, bûbûn mizgîna hilweşandina Dehaqê zalim, ronahiya ku rêheval Zulkuf li zindanan ava kir jî wê perdeya bêdengiyê biqetîne wê mizgîna hilweşandina Erdogan bide.

Vê çalakiya hevrê Zulkuf qîrînek e ya ku diyar dike hebûna gelekî azadîxwaz tu carî nikare were înkarkirin. Ew ê giyanê azadiyê yê Kurdan di şexsê Mazlûm, Ronahî, Bêrîvan, Zekiye, Rahşan û Sema û Zulkufan de bidome. Heta tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin wê ev berxwedan bidomin.

Hevrê Zulkuf Gezen ê ku beriya Newrozê alaya berxwedanê ji Mazlûm Dogan stend wê neyê jibîrkirin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku em ê vê banga ku bûye sembola berxwedanê bi rojên serfiraziyê re tacîdar bikin.

Malbata wî di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurd re dixwazin. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku xwedî li çalakiya hevrê Zulkuf derkevin û berxwedanê geştir bikin.”