Ozturk: Tişta ku xaka me ji dagirkeriyê rizgar bike yekîtî ye

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku êrîşên li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dewama komploya navdewletî ye û xwest li dijî êrîşan Yekitiya Nereweyî bê avakirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yê Tirkiye yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derbarê mijara Yekitiya Neteweyî ya Kurd de bersiv dan pirsên ANF’ê.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd hikûmet neçar dimîne ku carna paşde gav biavêje û hevdîtinê pêk bîne. Heta niha hevdîtinên malbat û parêzeran di çarçoveya hiqûqê de pêk nehatiye û Îmralî veguheriye cihekî derqanûnî. Hûn tecrîda li ser Ocalan çawan dinirxînin?

Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek mutlaq tê meşandin. Tecrîda mutlaq, mirov nikare ji rageşî û aloziyên li Rojhilata Navîn û dinyayê cuda bigre dest. Mirov dema li pêvjoya siyasî binêre dibîne ku ev tecrîda mutlaq berdewamiya komploya navdewletî ye. Bi taybetî jî êrîşên dagirkeriyên yên li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê didin nîşan dan ku komploya navdewletî berdewam dike û ev komplo ne tenê li dijî kesayetiya Birêz Ocalan pêk hatiye. Komploya navdewletî li hemberî azadî, hebûn û jiyana bi hevre ya Kurdan bû. Gelê Rojava bi  Kurdan, Sûryanî û Ereban re gelek berdêlên mezin dan û çeteyên hov DAIŞ têk birin. Dema ku xelkê cihanê navê DAIŞ’ê dibîst direviyan, lê xelkê Rojava bi berdêlên mezin ev çeteyên hov têk birin û ji holê rakir.

‘TECRÎDÊ SÎNORÊN ÎMRALIYÊ DERBAZ KIRIYE’

Li Rojava sîstemek nû tê pêşxistin, di hundirê vê sîstemê de hemû gel û bawerî bi nasnameya xwe dikare bijî û cihê xwe di nava sîstemê de bigre. Hemû êrîşên li ser xaka Rojava jî li hemberî vê sîstemê û êrîş li dijî vê îdolojiyê ye. Modela Rojava li tevahiya cîhanê mînaka jiyanê ye. Ev modela jiyanê bidawî anîna tevahiya şer û geşedanên li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku Rojava mînaka, bi hevre jiyanê ye li Rohilata Navîn. Ev model jî bi xebat, fikir û pêşniyarên Birêz Ocalan şîn bûn. Sedem û israra dewletê ya di tecrîdê de jî ev îdolojiye. Dixwazin bi tecrîd vê îdolojiyê lewaz bikin û modela bi hevre jiyanê ji holê rakin. Tecrîdê sînorên Îmraliyê derbaz kiriye û niha tevahiya gelan dibin tecrîdê de ye.

‘AKP-MHP DIXWAZIN JIYANÊ LI KURDAN TENG BIKE’

Tifaqa Faşîst ya AKP-MHP’ê ji derveyî fikrê xwe tu fikrên cuda naxwaze. Binêrîn di wextek kin de me hilbijartinek derbaz pêk anîn. Hîna pênç meh derbaz nebûn, li sê Şaredariyên Bajarên Mezin qeyûm tayîn kirin. AKP-MHP bi taybetî jî vê yekê li ser dijminatiya Kurdan dike. Serokomar û hevkarê wî yê biçûk bê ku şerm bike, qala demokrasiyê dike. Kesên li Tirkiyê deng bikartînin a wan îrade ye, yên ku li Kurdistanê deng bikartînin ne îrade ye? Divê her kes vê pirsê bike. Îro sedema tayînkirina qeyûman jî tecrîde. AKP-MHP hemû derfetên jiyanê li Kurdan teng dike. Di her alî de li dijî Kurdan komploya navdewletî berdewam dike.

We got ku tecrîda li ser Ocalan sînorên Îmraliyê derbaz kiriye, hûn dikarin hinek vê mijarê vekin.Tecrîd bandorek çawan li ser gelan dike?

Belê, li Tirkiyeyê tişa ku AKP-MHP bide gelan tuneye. AKP bi hevkarê xwe yê biçûk re li dijî Kurdan şer îlan kiriye û dixwazin qira Kurdan binin. Li ser vê êrîşê jî emrê xwe dirêj dikin.Li civakê jiyan hatiye tengkirin. AKP li her derê êrîşî welatiyên xwe dike. Ev jî têrê nake êrîşî Rojava dike. Niha Tirkiye li Rojava ketiye nava tengasiyek mezin.  Ji bo vê yekê ji xwe di avêje li ber lingê Amerîka û Rûsyayê. Tu çima ewqas dur diçî û xwe diavêjî li ber lingê Amerîka û Rûsyayê. Amerîka û Rûsyay çareseriyê ji te re nayne. Çareserî li Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re ye. Ji Amerîka û Rûsyayê bêhtir Ocalan nêzî teye. Kesê ku dawiya vî şerî bîne û aramiyê têxe welat Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de bang kir û got, ez dikarim nava heftiyekê de vî şerî bi dawî bimînim. Lê AKP û hevkarê wî yê biçûk çi kir. Di heman rojê de qeyûm tayînî şaredariyên gel kirin û li dijî Kurdan operasyonên siyasî û leşkerî dan destpêkirin.

Belê, di 21'emin salvegera komploya navdewletî de dîsa Tirkiye di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafir, tang û topan bombe kirin û li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Hûn vê êrîşê çawan dinirxînin?

Ev dîrok ne tesadufî ye. Ev berdewama komploya navdewletî ye. Bi vê yekê dixwazin Şoreşa Rojava ya di pêşengiya stratejî û paradigmaya Ocalan de pêş ket tasfiye bikin.AKP-MHP’ê li dijî gelên Kurdistanê şer îlan kiriye û bi şerî dixwazin Kurdan qir bikin. Ne tenê li Rojava, li Başûr û Bakur jî ev qirkirin û êrîşên dagirkirinê dewam dike. Ji roja ewil heta niha guleyk ji Rojava nehatiye sînor derbaz nekiriye. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan caran anî ziman û gotin, em ji bo diyalogê amadene. Bersiva vê bangê jî bû dagirkerî. Berî demek Efrîn hate dagirkirin û niha jî dixwazin tevahiya Rojava dagir bikin. Gelê Kurd û civaka Tirkiyê rastiya AKP-MHP’ê baş dizane û ez bawerim ku vê yekê jî yek bi yek dê di demên hilbijartinê de jî nîşanî AKP-MHP’ê bidin. Li Tirkiyeyê derbeyek mezin li faşîzmê hate xistin.

Di êrîşên dagikrinê yên Tirkiyeyê de yên li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de, di nav de siyasetmedar û bi sedan sivîl hatin hedef girtin û hatin qetilkirin. Hûn êrîşên li ser siyasetmedar û sivîlan çawan dinirxîni?

Li Bakur jî êrîşên wiha li dijî sivîl û siyasetmedaran pêk tê. Dibe weke Rojava vekirî li ser xelkê Komkujî pêk neyê, lê ev êrîş îro li Bakur jî hene. Ciwanê Kurd li kolan tên qetilkirin û bi wesayîtên zirxîre tên kaş kirin. Dîsan siyasetmedar tên kuştin. Tirkiye niha jî bi çeteyan êrîşî xelkê Rojava dike. Tu ferqa van çeteyan ji DAIŞ’ê nîne. Di êrîşa dagikrinê de li Efrînê jî hate dîtin ku bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Niha jî li Serêkaniyê komkujî berdewam dike. Tirkiye li Rojava sûçê şer dike. Komkujî û diziyên Tirkiye bi çeteyên xwe re dike bi awayek vekirî li holê ye. Ev komkujî li ser bingehê dijminatiya Kurdan pêk tê. Deskeftiyên Kurdan li kur hebe, ev himendî êrîş dike. Di Rohilata Navîn de Bakur û Rohilatê Sûriyeyê herêma herî ewle bû. Lê îro bi detê Tirkiyeyê komkujî pêk tê û xaka Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dibin gefa dagirkirinê de ye. Bi van êrîşan re gefa DAIŞ’ê disa zindî dibe.

Têkiliya Tirkiyeyê ya bi çeteyan re hûn çawan dibînin, berî niha çendin caran ev têkiliya Tirkiyeyê ya bi çeteyan re hatibûn aşkera kirin. Dîsan berî çend rojan di encama operasyonek hêzên Emerîkî li Îdlibê, Serokê DAIŞ’ê Ebûbekir El-Bexdadî hate kuştin. Hûn têkiliya Tirkiyeyê ya bi çeteyan re çawan dinirxînin?

Têkildarî bi cih bûna Ebûbekir El-Bexdadî ya li Îdlibê, divê hikûmeta Tirkiyeyê daxuyaniyek bide raya giştî. Gelek pirsên bê bersiv di serê mirovan de çê dibe. Li Îdlibê gelek bendên Tirkiyê û kûleyên kontrolê yên Tirkiyeyê hene. Bê agahiya Tirkiyê ev kes nikare li wir bi cih bibe. Divê Tirkiye vê pirsê bi bersivîne. Bexdadî bi malbata xwe re li wî gundî wargeh ava kiriye. Ji berî de ji xwe her kes têkiliya çeteyan û Tirkiyê dizane û îdiayên gelek xurt jî li holê hene. Bi belgeyan jî gelek tişt derketin holê. Ji xwe hemû çete li ser sînorê Tirkiyeyê re derbazî Rojava dibin. Gelek kesên DAIŞ’î ên hatin dîl girtin jî ev yek îtiraf kirin.

Dema ku mirov li siyaseta Tirkiyê dinêre di hemû aliyan de siyaset xitimiye û Tirkiye di nava şerekî kûr de ye. Eger di vê serdemê de li gel Ocalan hevdîtin bên kirin û rêyên diyalogê bên vekirin dê Tirkiye bikeve pêvajoyek çawan de?

Belê, mînakên vê yekê yên ber çav hene. Pêvajoya 2013 û 2015’an heye. Divê pêvajoyê de bi mirovan re hêviyên aştiya mayîn de çêbû. Birêz Ocalan her dem li ser rêyên çareseriyê rawestiya. Her dem makeqanûna demokratîk, xweseriya demokratik ku mafê hemû beşên di nava Tirkiyeyê de dijî biparêze pêşniyar kir. Xwest Tirkiye ji bo welatên Rojhilata Navîn bibe mînak. Di hevdîtinên dawî de axaftinên Birêz Ocalan di nava civakê de cihê xwe girt. Axaftin û bangên Birêz Ocalan ji bo Kurdan girînge û bandorek mezin li ser civakê çêdike. Ji axaftinên Birêz Ocalan rêyên çareseriyê hene. Pêşniyarên Birêz Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn e.

Gelên Kurdistanê di serdemek dîrokî de derbaz dibin. Divê serdemê de Yeketiya Neteweyî ya Kurd çiqas girîng û pêwîst e?

Gelê Kurd li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê di serdemên dîrokî re derbas dibin. Divê serdemê Yektiya Neteweyî elzm e. Yekitiya Neteweyî herdemê girînge û di vê serdemê de jî tişta herî pêwîst Yekitiya Neteweyî. Yektiya Neteweyî, xala herî girîng û pêşî ya KCD’ê ye. Hemû polîtîkayên hikûmeta Tirkiyeyê li ser tunekirin û înkarkirina Kurdan in. Li dijî Kurdan operasyonên qirkirinê pêk tên. Li her alî xaka Kurdistanê tê dagir kirin. Berî çend rojan Birêz Ethem Barzanî jî anî bû ziman. Eger êrîş li ser Rojava biserbikeve, qonaxa duyemîn Başûre. Tirkiye dibin navê operasiyona leşkerî de xaka Başûr dagirkiriye. Di sala 2003’yan de li Başûr du qereqolên Tirkiyeyê hebû niha hejmara qereqolan bûye 36. Erdogan qala sînorên Îsaqî Milî dike. Tu kes vê dagirkirina li Başur û Rojava weke operasiyon nikare binav bike. Ev dagirkirine. Divê em li dijî hemû hewldanên dagirkirinê yekitiya xwe ava bikin. Yekitî hebe em bi ser dikevin. Tişta ku xaka me ji dagirkeriyê rizgar bike yekitiye.