Yek ji Fermandara YJA-Starê Hêzil Ozgur bi bîr xisti ku komploya 15’ê Sibatê komployeke navnetewî ye û got, ‘’Em nikarin komployê tenê bispêrin beriya bi 18 salan. Ev komplo 1993’yan dest pê kiriye. Bi 1993’yan re planên komployê yên ser tevgera me roj bi roj girantir bûye û bi pêş ve birine. Piştî 96’an rasterast li ser Rêbertiya me ev komplo hatiye pêkanîn.’’
Ozgur got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK li ser qedroyan geş kiriye û goti ‘’Tevgera me hemû hêza xwe ji Rêbertî distand. Ji bo vê jî beriya komployê bi gelek operasyonan xwestin ku tevgera me biqedînin. Ji bo ku nekarîn biqedînini planên xwe li ser Rêbertî xebitandin da ku tevgera me bêkarîger bikin.’’
Ozgur bi berdewamî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a sereke her demê ew bûye ku tevgera wan biqedîne, bêkarîger bike û her salê tim hewl daye ku di vê armanê de bi pêş ve biçin û hedefa êrîşan tevgera wan û gelê Kurd bûye. Ozgur diyar kir ku êrîş di şexsê Erdogan de bi rengekî vekirîne û li gel hewldanên tevgera wan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan jî pergala Imraliyê roj bi roj girantir kirine, dewleta Tirk hemû şansê ku Ocalan dayin berhewa kiriye, di 18 salan de şer roj bi roj girantir kirine.
ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ YE
Ozgur diyar kir ku êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de berdewamiya komployê ye û got, ‘’Çeteyên AKP-MHP’ê li ser Efrînê êrîşên dagirker û mêtinger zêde dikin. Bi tang, top û balafiran, her cure teknîkê êrîşa bi ser gelê Efrînê û vîna rêxistinî de tînin. Ev êrîş jî berdwewamiya komploya navnetewî ya bi dijminahiya Kurdan e. Tasfiyekirina şoreşa Rojava berdewamiyeke girîng a komployê ye. TC bi êrîşa ser Efrînê dixwaze tola DAÎŞ’ê ya ku li bara şoreşa Rojava têk çûye, bistîne. Tifaq faşîst a AKP-MHP’ê ku nekarî berxwedana bakur bişkîne, vê carê dixwaze destkeftiyên girîng ên şoreşa Rojava ku bi pêngava Reqayê gaveke dîtir da ber xwe, bişkîne.
Her wiha TC bi êrîşa ser Efrînê asteng dike ku bi Efrînê re em destkeftiyên çar pareyan binirxînin. Ji bo vê jî êrîşa ser Efrînê ne şerekî yek alî ye. Şerê Efrînê şerê kapîtalîzmê ye. Serkeftiyê vî şerî wê gel be û wê berxwedaniya gel be. Ji ber ku şerê Efrînê şerê gelê, berxwedaniya demokrasiyê û berxwedana Rêbertiyê ya li Imraliyê ye.’’
Ozgur diyar kir ku hêzên mêtinger naxwazin gelê Kurd li Rojhilata Navîn bibe xwedî statû, nasnameyeke azad û got, ‘Çavê wan vê bar nabe. Em nikarin van hemûyan ji komployê bêrî bifikirin. Bi tinekirin û tasfiyekirinê dixwazin komployê bidomînin. Armanca Erdogan di vî şerî de ew e ku navê Kurdan jî ji holê rake’’ û bi domdarî got, ‘’Lê tiştekî ji bîr dike, gerîlayên Kurdistanê bi hemû hebûna xwe cara duyemîn wê nehêle Kurdistan bibe mêtingerbûyî. Li devera ku hêzên mêtinger hebin wê gerîla hebin. Wê berxwedanê geş bikin û Kurdistanê azad dikin. Gerîla bi vî rengekî têdikoşe û şer dike. Gerîlayên Kurdistanê 2018’an wê hemû planên komployê têk bibe. Erdogan divê vê baş nas bike, li pêş wî hêzeke mezin heye, ne balafir û ne jî top nikarin bi vê hêzê. Komploya li ser Rêbertî, gel û tevgera me pûç bûye.’’
Ozgur got roleke girîng dikeve ser pişta hêzên YJA Starê da ku komployê pûç bikin û got komplo her wiha li ser jina ye jî.
‘Bi mîsyona pêşengiyê de divê em hemû hêza xwe nîşian bidin. Divê em xeleka vê komployê bişkînin. Ne tenê şikandin divê em parçe parçe bikin. Divê em pergala Imraliyê bi ser wan de bînîn xwarê. Divê em azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bînin. Tenê wiha em dikarin hevrêtiya rast a bi Rêbertî re nîşan bidin.’’
Ozgur got, ‘’Li ser vî esasî em dikrain vê îdeayê û pêvajoyê pûç bikin. Em biryardar in ku 2018’an komployê bi temamî parçe bikin û bersiva hewce bidine komplogeran. Em ê têkoşînê geş bikin, tecrîdê parçe bikin û gelê xwe bi Rêbertî re bînin cem hev.’’
Ozgur herî dawî got ew ê di sala 19’an de komloyê parçe bikin û faşîzma AKP-MHP’ê li tarîtiya dîrokê, li devera hewce veşêrin.